Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Alîkarî bi koçberên Dêrazorê re hate kirin

EYN ÎSA – Meclîsa Sivîl a Reqayê 800 çadir pêşkêşî koçberên Dêrazor ên di kampa Eyn Îsa ya bi cih bûne pêşkêş kir, her wiha 90 çadirên kevin nû dike.Li kampa koçberan a Eyn Îsayê de 18 hezar koçber li 2 hezar çadiran hatine belavkirin.

EN ISA-BELAVKIRNA-KONAN-LI-KOCBERAN EN ISA-BELAVKIRNA-KONAN-LI-KOCBERAN1

Rojane koçberiya ji Dêrazor ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ û rêjîma Sûriye ber bi kampê ve didome. Meclîsa Sivîl a Reqayê li gorî derferên di dest wê de alîkariyan pêşkêş dike.

Meclîsa Sivîl a Reqayê, di çarçoveya pêşwazîkrina zivistanî de, 800 çadir li koçberan belav kir, her wiha livîn pêşkêş kir. Lê dîsa jî derfet kêm ku pêwîstiya hemû koçberan bi cih bîne.

15 kes di çadirekê de

Di her çadirekê de 15 kes dimînin, di kampê de 90 çadirên kevin hebûn, hatin sererastkirin. Her wiha dîwarekî ji çemento di hindirê çadiran de çêkir, da ku avê derbas nekin.CELAL ALEAF

Têkildarî mijarê Endamê Rêveber ê Kampa Êyn Îsa Celal Eyaf got ku wan kar û xebatên xwe yên di kampê de zêde kirine da ku hejmara zêde ya koçberan bi cih bikin û wiha got: “alavên pêwîst, isfenc, çadir û pêwîstiyên din ên zivistanê hatine pêşkêşkirin.”

Celal El-Eyaş bang li saziyên navdewletî kir ku alîkariya koçberên di kama Sedê de bikin û kampên din vebikin da ku zextê li ser kampa Êyn Îsa li xwe bikin.

Meclîsa Sivîl a Reqayê  di meha îlonê de li Eyn Îsa kampek ji koçberên Dêrazorê re vekirin,ev kam da ku barê li ser kampa koçberan a Eyn ÎSa sivik bikin.

(dc)

ANHA