Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Alîkarî li Til Hemîs hate belavkirin

TIL HEMÎS– Rêxistina Alîkariyên Mirovî ya Rojava û bi alîkariya komeleya xêrxaziyê ya navçeya Til Hemîs hezar û 340 parên alîkariyê li kesên xizan belav kir.

Rêxistina Alîkariyên Mirovî ya Rojava û bi alîkariya Komeleya Xêrxaziyê ya El-Ihsan hezar û 340 parên alîkariyê li navçeya Til Hemîs a girêdayî Kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê belav kirin. Alîkariyên hatin belavkirin ji Bernameya Alîkariya Cîhanî ve hatiye pêşkêşkirin. Endamê Rêveber ê Rêxistina Rojava Fîras Îsa da zanîn ku belavkirin di riya lîsteyên ku komînan pêşkêş kirine pêk hat û got ku her pareke alîkariyê ji 25 kîlo ard, 10 kîlo birinc, 5 kîlo şekir, 7 litr zêt û 5 kîlo birinc pêk dihat. Îsa da zanîn ku dê belavkirina alîkariyan dewam bike heta alîkarî bighîjin navê hemû navên di lîsteyan de.

(jo)

ANHA