Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Aliyek ji yekem dewreya Erka Xweparstinê- 4

DOSYA

Nivîsa dawî: Ez ê axa welat bi xwîna xwe avdim

NÛRŞAN IBRAHÎM

KOBANÊ – Hezkirina wî ji welatê wî re, hişt ku beşdarî nava refên Hêzên Xweparastinê bibe, hêviyên wî bê dawî bûn. Beriya ku ji jiyanê xatir bixwaze, helbestek nivîsand û got: ″Ez Kurd im, ez ê axa Kurdistanê bi xwîna xwe avdim.″KOBANE-ERKA-XWE-PARASTINE5

Ciwanê Ebdulwehab di 20′ê nîsana sala 1997′an de li bajarê Kobanê , ji dayîk bûye. Ciwan mezinê 3 birayên xwe ye, di malbateke welatparêz de mezin bûye, tu carî zulm û zordestî qebûl nedikir. Dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ′ê ji bajarê Kobanê re, Ciwan ji bajarê xwe derket. Lê hezkirina wî ji welatê wî û malbata wî re ew careke din li axa welat vegerand.

Ciwan li dibistana astên serestayî û amadeyî li dibistana Muhdîse (dibistana Reş) xwend û hez ji xwendin û hînbûnê dikir. Lê ji ber rewşa ku herêm tê re derbas bû, Ciwan pawernameya refa 9′emîn wergirt, dest ji xwendina xwe berda û alîkariya malbata xwe kir.

Ciwan zêde bi derdorê re têkildar nedibû. Lênûsên wî her pê re bûn, bûyerên ku rojane pê re derbas dibûn, li ser dinivîsand û nivîsên xwe bi tu kesî re parve nedikirin.KOBANE-ERKA-XWE-PARASTINE4

Ciwan ji zarotiya xwe de bi malbata xwe ve hatibû girêdan, taybet bi birayê xwe yê herî biçûk. Dema ku çeteyên DAIŞ′ê bajarê Kobanê dagir kirin, ciwan tevî malbata xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bû, li wir xebitî û alîkariya malbata xwe kir.

Piştî ku bajarê Kobanê hat rizgarkirin, beriya her kesî, ciwan û malbata xwe vegeriyan ser axa welat. Li Kobanê jî Ciwan xebitî û alkariya malbatê kir.

Ji fotbolê hez dikir

Ciwan hez ji nivîsandina helbestan, bûyerên ku rojane pê re derbas dibûn  û lîstika fotbolê dikir. Ciwan di nava tîma fotbolê ya YCR′ê de cih digirt û her digot: ″Ez ê bibin lîstikvanekî navdar ê fotbolê.″

Beriya her kesî  tevlî nava refên Hêzên Xweparastinê bûKOBANE-ERKA-XWE-PARASTINE15

Dema ku li Kantona Kobanê avakirina Hêzên  Erka Xweparastinê hat ragihandin, Ciwan beriya her kesî beşdar bû û tevlî yekem dewreya perwerdeyê ya bi navê ″Dewreya Şehîdên Komkujiya Kobanê″ bû, li bargeha Şehîd Kendal perwerdeya leşkerî û bîrdozî dît.

Ciwan bi hezkirina welat beşdarî nava refên Hêzên Xweparastinê bû, malbat li pêşiya xwesteka wî nebû asteng, piştgiriya wî kir  û ew bi şahiyekê oxir kir.

Li gelek herêman xizmeta axa welat kir

Ciwan li gelek herêman geriya, beşdarî operasyona rizgarkirina Minbicê bû, her wiha di Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê de jî cih girt  û bû şahidê rizgarkirina gundê Til Semin ê stratejîk. Ciwan bi îsrar û vîneke xurt li hember dijmin şer dikir û axa welatê xwe diparast.

KOBANE-ERKA-XWE-PARASTINE13

Bi destê îxanetê hat şehîdxistin

Malbata Ciwan pir bêriya wî kiribûn û çav li rê bûn ku ciwanê xwe bibînin. Ciwan jî bi dilekî germ li hêviya wê kêliyê bû ku bikeve axa Kobanê û malbata xwe  bibîne. Ciwan di 10′ê sibatê de ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê xwest û biçe navberê. Di roja 12′ê sibatê de Fermandariyê destûr da ku Ciwan navberekê bigire  û biçe serdana malbata xwe bike. Lê Ciwan li ser destê komên çete şehîd bû. Cenazeyê wî di heman rojê bi merasîmeke bi heybet li Kantona Kontonê, hat oxirkirin.

Bûyerên ku rojane pê re derbas dibûn, dinivîsand

Ciwan rojane bûyerên ku pê re derbas dibûn ji destêka jiyana xwe de, heta kêliya şehadeta xwe dinivîsand. Di nivîsên xwe de behsa hevalên xwe dikir  û demên xweş ên ku bi wan re jiyan kiribûn, vedigotin.

Peyama dawî

Beriya ku Ciwan xatir ji jiyanê bixwaze û serî deyne, li ser Kurdistanê helbestek nivîsandibû. Di helbestê de, hest û hezkirinên ji axa welat re, wiha parve kiribûn:KOBANE-ERKA-XWE-PARASTINE1

Ez Kurd im  Kurdistan welatê mine

Ez Kurd im   hêza min ji hêza gelê mine

Ez Kurd im çiyayê me bi bilindahiya xwe asîmanan hembêz dikin

Ez Kurd im ev netewa min, ez li pêşiya bi sedan kesî vê yekê dibêjim

Ez Kurd im ez ê axa welat bi xwîna xwe avdim

Ez Kurd im   bila tevahî cîhan dengê min bibihîze

(mm/dc)

ANHA