Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Aliyekî hilberîna garisê Reqa werbigire tune ye

Dîmen

EHMED EL-KEMYAN

REQA – Ji ber ku aliyekî hilberîna garis werbigire tune ye, bazirgan garisê welatiyan bi buhayeke gelekî erzan werdigirin. Her wiha nirxeke diyar ji buhaya garis re nehatiye diyarkirin.REQA-DAKTINA-SIHRA-KARIS (2)

Cotkarên gundewarê Reqayê piştî ku hilberîna xwe ya genim werdigirin, li şûna genim garisê zer diçînin. Îsal jî nêzî ji sedî 60 ji zeviyan cotkaran garisê zer çandine, nemaze ji ber ku lêçûnên çandiniya garis li gorî hilberînên din kêm e, cotkaran diyar kirin ku îsal jî lêçûna donimeke çandiniya garis nêzî 20 hezar lîreyên Sûriyeyê bû. Her wiha ji her donimekê nêzî 200 heta 400 kg hilberîn tê wergirtin. Bazirgan jî kîloya garis bi 70 lîreyên Sûriyeyê ji cotkaran dikirin, ev buha jî têra lêçûna çandiniyê nake.

Cotkar her wiha rastî astengiyên ziwakirin û embarkirinê tên, nemaze ji ber ku navendeke ku hilberînê werbigire tune ye û cotkar neçar dimînin ku hilberîna xwe li ser rê ziwa bikin ev yek jî hatûçûnê asteng dike.

Girêdayî mijarê cotkarên bi navên Ehmed El-Erîr û Xelîl El-Ewad ên ji gundê Til El-Semin bang li aliyên têkldar kirin ku rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigirin û nirxa buhaya garis diyar bikin û navendên ziwakirinê peyda bikin.REQA-DAKTINA-SIHRA-KARIS (1)

Endamê Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê Fethî Hesen ji ANHA’yê re wiha got: “Tîmên pispor ên bêbandorkirina mayînan niha li navenda sereke ya ziwakirina garis a bajarê Reqayê dixebitin û ew bi hemû hêz û derfetên xwe hewl didin vê navendê ji nû ve sererast bikin.”

Fethî Hesen got ku çalakiyên wergirtina hilberîna garisê zer ji cotkaran hatiye rawestandin ji ber ku navenda ku têde ziwa bikin tune ye û ew niha têkliyên xwe bi rêxistinên çandiniyê re dikin da ku vê pirsgirêkê çareser bikin.”

(jh)

ANHA