Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Almanya ji bo şerê Efrînê hişyarî da

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve yê Almanya Ziegmar Gabriel ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê hişyarî da û got “Sûriye hewcedarî gavên ber bi aramî û aştiyê ye.”

Ziegmar Gabriel diyar kir ku ew nikarin encamên şerê di navbera Tirkiye û Yekîneyên Parastina Gel de bidin ber çavên xwe.

Wezîrê Alman ji bo êrîşên li ser Efrînê got “Xelkê Sûriyeyê têra xwe şer dît. Êdî Sûriye hewcedarî gavên ber bi aramî û aştiyê ye.”

(he)