Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Alozî kûrtir dibin û çareserî nîn e

NAVENDA NÛÇEYAN – Rûniştina 8’emîn a Cinêvê bi dawî bû û derbarê hebûna Esed de nêrînên ji hev cûda derketin holê. Putin beşekî mezin ji hêzên xwe yên li Sûriyeyê vedikişîne. Şerê li Filistîn, Iraqê, Yemen û aloziya li Lubnanê didomin. Îran jî wekî alîgira terorê tê nîşandan. Ev hemû mijarên sereke yên vê hefteyê bûn.

Cinêv bin ket

Di hefteya borî de rojnameyên Erebî bal kişandin ser rûniştina 8′emîn a civîna Cinêv. Her kesî guman dikir ku wê şandeyên rêjîma Baas û Riyad-2 bi awayekî rasterast bi hev re danûstandinan bikin. Lê ev yek pêk nehat û De Mistura bi her şandeyekê re cûda hevdîtin pêk anî. De Mistura diyar kir ku şandeya rêjîmê danûstana bi şandeya Riyadê re red dike.

Her wiha di rojnameyan de hat zanîn ku Mosko hewl dide kongreya danûstanên Niştîmanî ya Sûrî (Sochi) li şûna Cinêvê li dar bixe û hat gotin ku serdanên Pûtîn ên ji Sûriye, Misr û Tirkiye re di xizmeta vê yekê de bûn.

Rûniştina 8′emîn a Cinêvê roja Pêncşemê bi dawî bû û Serokê şandeya rêjîmê Beşar Ceferî berpirsyariya têkçûna rûniştina 8′emîn hilgirt ser mile şandeya Riyadê.

Li ser çarenûsa Beşar nêrînên cûda

Di rojnameyan hat diyarkirin ku helwestên cîhanî derbarê çarenûsa Esed de ji hev cûda ne. Di çarçoveyê de hat gotin ku Wezîrê Karê Derve yê Amerîkî Rex Tillerson anî ziman ku cihê Esed di pêşeroja Sûriyê de nîne. Her wiha nûnerê Serokê Rûsî yê li Sûriyê Alexander Lavrentev da zanîn ku divê derfet were dayîn ku Esed beşdarî hilbijartinên serokatiyê ku dê di demên pêş de bêne lidarxistin, bibe.

Rojnameyan girîngî da serdana Serokê Rûsî Vladimir Putin a ji navenda Himêmîm a leşkerî re û hat destnîşankirin ku bi yekê diyar bû ku Serokê Sûriyê Beşar Esed girêdayî Rûsya ye. Pûtîn di serdanê de ferman da ku beşek mezin ji hêzên Rûsî ji Sûriyê vekişin.

Rewşa Sûriyê

Derbarê rewşa Sûrî de rojnameyan diyar kirin ku ambargoya rêjîma Baas a li ser herêmên Xûta Şerqiye û rewşa jiyanî ya şêniyên wê herêmê. Her wiha hat gotin ku rêjîma Baas û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li hev kirine ku Heyet Tehrîr El-Şam ji Xûta vekişe û berê xwe bide Idlibê.

Li aliyekî din hat diyarkirin ku hêzên rêjîmê dest danîne çiyayên Berdeya yên dikevin gundewarên başûr rojavayê Şamê. Her wiha hat gotin ku rêjîm hêzên xwe li herêmên Dera, Quneytira û Şamê bi cih dike û amadekariya desteserkirina herêmên stratejîk ên li ser sînorê di navbera Şamê û Urdunê de dike.

Di destpêka hefteyê de Rûsya ragihand ku hebûna DAIŞ′ê li Sûriyê bi dawî bûye. Lê piştî du rojan Putîn DAIŞ′ê li gundewarên bajarên Bûkemalê û Dêrazorê dest danîne ser gelek herêman.

Planên Tirkiye û helwesta êlan ji QSD′ê

Di nava hefteyê de rojnameyan cih dan planên Tirkiyê yên derbkirina şoreşa Bakurê Sûriyê. Hat zanîn ku Erdogan kesên girêdayî xwe li Îstenbolê kom kirin û îdîa kir ku ew nûnertiya êlên Sûriyê dikin. Derket holê ku armanca ji vê civînê ne çareserkirina aloziya Sûriyê bû, lê êrîşa li dijî PYD′ê bû.

Her wiha leşkerên Tirk derbasî erdên parêzgeha Idlibê bûn û li derdora Efrînê bi cih bûn. Di heman demê de çeteyên DAIŞ′ê li gundewarên rojhilatê Hemayê dest danîn ser gelek noqteyên di destê çeteyên Cebhet El-Nusra û gihîştin sînorê bajarê Idlibê.

Li hember vê yekê rojnameyan bal kişandin se civîna di Fermandarên QSD′ê, hêzên koalisyona navneteweyî û êlên Ereb ên Dêrazorê. Di civînê hat gotin ku QSD′ê tekane hêza ku ji aliyê êlan vê tê destekirin.

Şerê li Filistînê didome 

Rojnameyan di hefteya borî de nivîsên derbarê şerê ku li Filistînê di encama ragihandina Quds wekî paytexta Îsraîlê rû dide, dan. Hêzên Filistînî jî ji Serokê Filistînê Mehmûd Ebas xwestin ku xwe ji hevpeyama Oslo vekişîne û koordîneya ewlekarî ya bi Îsraîlê re rawestîne.

Li aliyekî din jî Erdogan hewl da rewşa Filistînê ji bo xizmeta ajandayên xwe bi kar bîne. Her wiha vê çarçoveyê de civîna Rêxistina Îslamî li Îstenbolê dar xist. Rojnameyan diyar kirin ku civîn bi dawî bû bêyî ku tu gavên pratîkî ku Amerîka naçer bike ku vê biryarê di ber çav re derbas bike, bêne avêtin. Her wiha hat xuyakirin ku têkiliya di navbera Erdogan û Îsraîlê de xurte.

Aloziya Iraqê

Rojnameyan destnîşan kirin ku hêzên Iraqê li bejahiya rojavayê Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ′ê operasyonek dane destpêkirin û diyar kirin ku piştî bidawîbûna şerê rû bi rû yê bi DAIŞ′ê re, dê şerê li dijî hucreyên razayî yên DAIŞ′ê dest pê bike. Ev yek nîşan dide ku rewşa Iraqê bi nebe û pêvajoyeke din a xeter dest pê bike.

Di nivîsên rojnameyan hat diyarkirin ku Serok Wezîrê Iraqê di 9′ê Kanûnê de bidawbûna şerê li dijî DAIŞ′ê ragihand û li Bexdayê toraneke leşkerî hat lidarxistin. Ev yek piştî kontrolkirina sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê ji aliyê hêzên Iraqê ve, pêk hat.

Piştî vê yekê di navbera hikûmeta Iraqê û komên çekdar ên ne girêdayî Heşdî Şebî de nakokî derketin.

Şerê li Yemenê

Rojnameyan di nivîsên xwe de dane xuyakirin ku piştî kuştina Serokê berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih rewşa Yemenê aloztir bû û dê şerê li herêmê gurtir bibe.

Rewşa Lubnanê

Derbarê rewşa Lubnanê de jî rojnameyan dane zanîn ku piştî Serokê hikûmeta Lubnanê Sed El-Herîrî biryara xwe ya îstîfakirinê paşde kişand, gelek buyer derketin holê. Fermandarê Heşdî Şebî ya Iraqê li ser sînorê Lubnanê li gel Hîzbûllah bû.

Îran alîgira terorê ye

Rojnameyan dane zanîn ku kesên beşdarî platforma Memanê ya 13′emîn bûn, gotin ku Îran alîgirê terorê ye û komên terorsît li gelek derveran belav kirin da tevlîheviyê û fikirê radîkal belav bike û hebûna xwe li herêmê misoger bike.

Derbarê vê yekê de NY bang li koalisyona navneteweyî kir ku li dijî siyaseta Îranê şer bike. Her wiha NY belgeyên ku îsbat dikin ku Tehran fûzeyên Palistî ji Hûsiyan re dişîne. Ev yek li gorî dawazên Siûdî Erebistan, Îmarat û Behrên bû.

(mm)

ANHA