Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Aloziya  di navbera Koreya Bakur û DAY`yê de kûr dibe

NAVENDA NÛÇEYNA – Civaka navneteweyî nerazîbûn nîşanî ceribandina nukleerî ya şeşemîn a Koreya Bakur dan. Ragêşiya wê ya bi DYA’yê re jî zêdetir bû.

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê James Mattîs piştî ceribandina nukleerî ya dawîn a Koreya Bakur got: “Heke êrîşek li dijî DYA yan jî muttefîkên DYA’yê were kirin, em ê bersiveke tund a leşkerî bidin.”

Serokê DYA’yê Donald Trûmp jî got, welatên ku bazirganiyê bi Koreya Bakur re dike, em ê têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi wan re qut bikin.

Koreya Başûr jî li dijî ceribandina nukleerî ya Koreya Bakur tatbîkateke leşkerî kir.

Koreya Bakur duşema borî diyar kiribû ku wan bombeyeke hîdrojenê ya ku li fuzeyên balîstîk tê montekirin, bi awayekî ‘mukemmel’ ceribandine.

Ceribandina nukleerî bûbû sedema erdheja pîleya wê 6,3 û pispor diyar dikin ku bandora wê ji ya Hîroşamayê zêdetir e.

Konseya Ewlekariyê ya NY’yê wê îro bicivin û pêşveçûnên têkildarî Koreya Bakur binirxînin. Piştî ceribandinê Koreya Bakur, Japonya, Elmanya, Çîn, Rûsya û gelek welatên din vê ceribandina nukleerî bi zimanekî tund şermezar kiribûn.

(kc)