Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Aloziya Sûriyê, Mûsil, hevpeymana Rûsya-Lîbya rojevên ereban in

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên ereban di weşanên xwe yên îro de, bal kişandin ser amadekariyên civîna Asatana, operasyona rizgarkirina Mûsilê, daxuyaniyên Tirkiyê derbarê mayîna wê ya li Îraqê, hevpeymana Rûsya-Lîbyayê ya derbarê şerê li dijî terorê.

Têkildarî aloziya Sûriyê û hewldanên Moskoyê ji bo lidarxistina civîna Asatana, rojnameya El-Heyat sernavê  “Diyalogên li ser derxistina çekdarên biyanî ji geliya Bereda” nivîseke weşand, nivîs wiha ye “Mosko bi mebesta ku danûstandina Astana yê 23‘yê mehê bi serkeftî derbas bibe, duh çarçoveya peywendiyên xwe bi hêzên opozisyonê re berfireh kir. Dê di civînê de,nûnerên Artêşa Sûriyê û komên opozisyonê amade bin, ev civîn jî ji bo amadekariyên danûstandinê siyasî di çarçoveya Civîna Cinêv  ku dê di 8‘ê mehê de bê lidarxisitn, tê kirin. Rojnameya me diyar kir ku berpirsên Rûs duh li Enqerayê bi fermandar û nûnerên komên çekdar û hikûmeta Demkî ya opozisyonê, fermandarên siyasî di nav de Nesedîn El-Herîrî re civiyan. Di heman demê de hevdîtin bi cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Mîxaîl Bogdanof û Mîralayî Mistefa El-Şêx re pêk anî.ʺ

Rojnameyan di nivîsê de her wiha bal kişand ser lihevkirina hikûmeta Sûriyê ya di navbera komên çekdar derbarê derbasbûna artêşa Sûriyê ya herêma geliya Bereda û wiha hate domankirin ” Balkêş bû, ku şevê din hikûmeta Sûriyê lihevkirina xwe ya bi komên çekdar re ragihand, li gorî lihevkirinê dê, Artêşa Sûriyê derbasî herêma Geliya Berderayê bibe. Li gorî nûçeya AFP‘ê ku ji komên çekdar re wergirtine, wan tu li hevkirina derbarê Geliya Beredayê pêk ne anîne. Çavkaniyan dane xuyakirin ku bi sedan sivîl amadekariyên derketina ji herêmê dikin. Ajansa Sana‘yê jî ku agahiyên xwe ji parêzerê Gundewarên Şamê Elaedîn girtiye; ev hevpeyman a destpêkê ye,li gorî wê dê komên çekdar çekên xwe yên giran teslîm bikin, her wiha dê komên çekdar êên biyarî ji herêma Geliya Beredayê derkevin. paşê jî dê artêşa Sûriyê herêmê ji mayîn û teqînan paqij bike. li aliyekî din jî xebatên temîrkirin û sererastkirinê derbasî herêma Kaniya Fîcê bibin da ku pirsgirêka qutbûna avê çareser bikin.”

Girêdayî pêngava rizgarkirina Musilê rojnameya El-Zeman nûçeyeke bi sernavê “Li Sidîq, Hedba û Mûsil, DAIŞ têk diçe” avêt. Li gorî nivîsê ” Çavkaniyekî leşkerî diyar kir ku hêzên artêşa Îraqê li rojhilatê Mûsilê pêş ve diçe û duh çarşemê li nêzî çemê Dicle şerê çekdarên radîkal dikin da ku serkefrtinên hîn mezintir bidset bixin. Fermandarek din jî got ku hêzên têkoşîna li dijî terorê li taxa Sidîq a bakûrê rojhilatê Mûsilê pêş ve diçe û ji aliyê duh  taxa Hedebayê çalakî pêk anîn. Di encamê de taxa Şaredariyan û Suker hate paqijkirin. Hêzên hevbeş jî amadekariyên îlankrina rizgarkirina Berava Çep bi temanî dike, duj taxên Maliyê, 7‘ê Nîsanê, Sumer û Sidîq rizgar kirin. li gorî pîlaçoya şerê 10 rojan; zêdetirî 2 hezar û 400 endamên rêxistina DAIŞ‘ê hatin kuştin, Berdevkê Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê ya Îraqê duh ragihand ku artêşa Îraqê ji sedî 80 rojhilatê herêmê bidest xist.”

Derbarê aloziya Tirkiyê-Îraqê ya girêdayî mayîna artêşa Tirkiyê li Başîqayê rojnameya El-Zeman got: ” Wezîrê Parastionê yê Tirkiyê Fikirî Işiq duh çarşemê diyar kir ku dê welatî wî bi hikûmeta Îraqê re li ser mayîna artêşa Tirk di Başîqayê de piştî derxistina rêxistina DAIŞ‘ê bi civîn û rêbazên çareseriyê bi rengekî aştiyane peyda bike.”

Rojnameyan her wiha di weşanên xwe de giranî dane civîna leşkerî ya di navbera Rûsiya û Lîbyayê, li ser vê mijarê Rojnameya Qudis El-Erebiya bi sernavê ” Lîbya: Serokê Erkanê ya Rûsiya bi Hefter re dicive da ku îlana şerê terorê bikin” nûçeyeke weşand û wiha got “Duh li bajarê Tebreqê ya rohilatê Lîbyayê, Serokê Erkanê ya Artêşa Rûsiya Valery Gerasimov bi Xelîfe Hefter re bi amadebûna hejmareke ji endamên hêzên leşkerî re civiya. Berpirsiyarekî ji hikûmeta girêdayî parlementoya Tebreqê nexwest navê xwe eşkere bikin da zanîn ku civîn li pargeha leşkerî ya Tebreqê pêk hat. Di civîna wan de tê payîn ku di kongreyek çapemeniyê di navbera Hefter û Rûsiyê derbarê şerê li dijî terorê bê lidarxistin.”

(bb/dc)