Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Alternatîfa bazaran ev e

ROZANA DAWÛD

EFRÎN – Li kantona Efrînê saziyeke zimhêrê ku karîbû pêdiviyên xwarinê yên welatiyan bi erzanî peyda bike piştî du salan bûye “bazara sereke” ya welatiyan.EFRIN-RECO-PIROJEYEN-KOMELEYA-SOZ-LI-RECO (7)

Koperatîfa Soz a Kantona Efrînê ji bo rê li pêşiya bilindbûna buhayan bigire di sibata 2016’an de Saziyeke Zimhêrê vekir.

Ev sazî ji bo kantona Efrînê ku di çembera aborî de ye wê bibe alîkar ku pêdiviyên bingehîn ên jiyanî peyda bike.

Saziya ku hatiye vekirin li gorî xwestekên welatiyên madeyên xwarinê peyda dike. Vê yekê jî hiştiye ku navendê bibe meqseda sereke ya welatiyan ku bikaribin bi riya wê xwarinên xwe bi buhayê kêmtirî bazarê bikirin.

Hemwelatiya bi navê Emîne Şêxo ya ji gundê Garê yê herêma Raco dibêje ku ew her roja şemiyê diçe navenda vê saziyê û pêdiviyên mala xwe dikire.

Emîne bal kişand ser wê yekê ku gundiyên wê jî hertim berê xwe didin vir û destnîşan kir ku buhayê xwarinên saziyê ji yên bazaran kêmtir in.EFRIN-RECO-PIROJEYEN-KOMELEYA-SOZ-LI-RECO (3)

Welatiyê bi navê Xelîl Umer jî têkildarî heman mijarê got “Ev gaveke di cih de ye. Ji bo malbata xwe ez jî diçim vir û pêwîstiyên mala xwe dikirim. Li vir gelek cureyên xwarinê hene û bi buhayekî kêmtir peyda dibin.”

Ji kesên ku vê saziyê bi rêve dibin jî Elya Reşîd got “Li bazaran hin berhem kêm bûn û buhayê wan jî pir bilind bû. Me bi vê saziyê xwest ku hem pêdiviyên welatiyan bi cih bînin û hem jî barê malbatan sivik bikin.”

Ev sazî piştî 2 salan êdî bûye meqseke sereke ya peydakirina pêdiviyên malan. Helbet ev sazî li gorî xwestek û daxwaziyên welatiyan madeyan tîne. Ev yek jî dihêle ku barê saziyê giran bibe.

Elya girêdayî vê mijarê jî dibêje “Em niha amadekariyan dikin ku li herêmê saziyeke din jî ya bi vî rengî vekin.”

(bx/he)

ANHA