Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Alternatîfa ezmûnan, sîstema nirxandinê li Bakurê Sûriyê pêk tê

ŞÎLAN MIHEMED

KOBANÊ – Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-Demokratîk) li Bakurê  Sûriyê sîstema ezmûnan rakir. KPC-Demokratîk wekî alternatîf sîstema nirxandinê bi kar anî.

Li Bakurê Sûriyê di bin sîwana  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, sîstemek nû ya perwerdeyê hate dayîn. Li gorî vê sîstemê metirlayên nû bi her sê  zimanên pêkhateyên Bakurê Sûriyê (Kurd, Ereb, Suryan) hatin amadekirin û sîstema ezmûnan a ku  dawiya her wezrî pêk dihat hate  rakirin û li şûna wê sîstema nirxandinê hate rûniştandin.BRKAET

Li Bakurê Sûriyê di 24`ê Îlona 2017`an de dibistan hatin vekirin, piştî werza yekemîn bi dawî bû li şûna ezmûnan, şagirt di aliyê tevlîbûn û rêbaz û exlaq de hatin nirxandin.

Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Kantona Kobanê Berkat El-Hemo ji ajansa me re nirxand.

Berkat El-Hemo got ku yek ji  biryarên Kongreya Civaka Demokratîk rakirina sîstema ezmûnan bû û wiha pê de çûʺ Şagirt tenê saetekê ezmûnên xwe dikir û paşê her tişt ji xwe bîr dikir û ev yek bandoreke mezin li ser şagirtan dikir. Wekî alternatîf me sîstema nirxandina şagirtan ji aliyê mamosteyan ve danî û her wiha sîstema ezmûnên  devkî jî hate pêşxistin.ʺ

El-Hemo destnîşan kir ku ji ber mamoste  yê herî zêde bi şagirtan re dimîne û ew dikare di aliyê agahiyan, çand, rêbaz û exlaq û tevlîbûna wî di nava pewerdeyê de binirxîne û armanca vê sîstemê wiha vegotʺArmanca me ew e ku her agahiyek ku şagirt  di dibistanê de distîne di jiyana  rojane bixe meriyetê ne tenê ezber bike.ʺ

(kc)

ANHA