Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Amadekariya ʹTurnuveya Dilsoziya bi Şehîdên Reqayê reʹ tê kirin

Dîmen

ÊN ÎSA – Komîteya Ciwan û Sporê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê û bi piştgiriya Meclîsa Ciwanên MSDʹê amadekariya lidarxistin turnevaya Fotbolê ya bi navê ʺTurnuveya Dilsoziya bi Şehîdên Reqayê reʺ  dike.EYN İSA -JI BO -BİRANİNA SEHİDAN AMADEKARİ TEN KIRIN ‫(1)‬

Komîteya Ciwanan û Sporê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi armanca pêşxistina xebatên spore li bajarê Reqa, gundên wê û navçeya Ên Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî ya herêma Firatê bi mamosteyên perwedeya fotbolê, kesên bi spore re eleqedar dibin  re civînek lidarxistin. Di civînêde lidarxistina turnuvayekê fotbolê bi navê ʺTurnuveya Dilsoziya bi Şehîdên Reqayê reʺhate nîqaşkirin.

Civîn li navenda MSDʹê ya navçeya Ên Îsa ya Girê Spî bi beşdarbûna endamên Melcîsa Sivîl a Reqayê û MSDʹê hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endamê Kordînasyona Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk Fadil Şahîn axivî û got ku Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk amadene hemû pêdiviyên tîmên ku dê tevlî turnuvayê bibin pêşkêş bikin û lîstgehan ji bo lidarxistina turnuvayê amade bikin.EYN İSA -JI BO -BİRANİNA SEHİDAN AMADEKARİ TEN KIRIN ‫(1)‬ ‫‬

Şahîn di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dê 30 tîmên ji Reqa û gundên beşdarî turnuvayê bibin û wiha got: ʺTurnuva dê di 10ʹê êlonê de li Ên Îsa destpê bike û dê li Ên Îsa jî bi dawî bibe.

Serokê Komîteya Ciwan û Sporê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemed Hewaş têkildarî turnovayê got ku tevî şert û mercên zehmet ku li herêma Reqayê tê jiyankirin ew amadekariya turnovayê dikin û ev tişt anî ziman: ʺEm  îro dicivin û amadekariya lidarxistin turnuvaya fotbolê dikin. Em ji hemû cîhanê re isbat dikin ku em hene.ʺ

Tê payîn ku Komîteya Ciwan û Sporê dê di 8ʹê vê mehê de civînekê lidar bixe da ku tîmên beşdar bûne li ser 4 koman parve bike.

(dc)

ANHA