Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Amadekariya Kongreya Ciwanên Sûriya Demorkatîk destpê kir

HESEKÊ – Komîteya Amadekar a Kongreya Ciwanên Sûriya Demorkaîtk di çarçoveya amadekariyên Kongreyê civînek li bajarê Hesekê lidar xist. Di civînê de bersiva pirsên ciwanan ên derbarê Kongreyê de hatin dayîn.hsk-civina-ciwana-amedekariya-kongre-4

Di çarçoveya xebatên amadekariya Kongreya Ciwanên Sûriya Demorkatîk ku tê payîn di demên pêş de bê lidarxistin, duh civîne li navenda Ciwanên Rojava ya li Taxa Kelasê ya Hesekê hate lidarxistin.

Endamê Kordîneya Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Cûdî, Endama Rêveber a Kordînasyona Ciwanên Ereb Xensai Xalid, Endamê Rêveber ê Kordînasyona Ciwanên Tirkmen Mihemed Hesen, Endama Kordînasyona Jinên Ciwan a Hesekê Jînda Ehemed û bi dehan ciwanên ji pêkhateyên kurd û ereb beşdarî civînê bûn.hsk-civina-ciwana-amedekariya-kongre-3

Civîn bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Endamê Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Cûdî axivî û got ku ew amadekariya Kongreya Ciwanên Sûriya Demokratîk dikin û wiha dom kir: ʺDi vê çarçoveyê de em amadekariyan dikin. Em ê li hemû herêman civînan bi ciwanan re lidar bixin, da ku ciwan nerîna xwe ya derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê de destnîşan bikin. Ciwan çawa dikarin xwe birêxistin bikin.ʺ

Şahîn da zanîn ku ew ê komîteya amadekar a civînê hazir bikin û wiha dom kir: ʺKomîteya Amadekar a Kongreyê dê bi beşdarbûna ciwanên ji hemû pêkhateyan bê lidarxistin. Da ku hemû ciwan ji bo xilaskirina welat ji wêraniyê tevbigerin.ʺhsk-civina-ciwana-amedekariya-kongre-6

Di berdewama civînê de Endama Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Jînda Ehemed jî axivî û got ku ew ê ciwanan li tevahiya Sûriyê birêxistin bikin û dê yekîtiya ciwanan ava bikin da ku dawî li wêraniya li Sûryê were.

Jînda di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku rêxistina xwe xurtir bikin û yekîtiya xwe ava bikin.

Di dawiya civînê de pirsên ciwanan hatin bersivandin û mijarên wekî dem û cihê kongreyê jî wekî mijarên sereke yên nîqaşan bûn.

(dc)

ANHA

hsk-civina-ciwana-amedekariya-kongre-1 hsk-civina-ciwana-amedekariya-kongre-5