Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Amadekariya Kongreya Netewî ya Jinên Kurd tê kirin

DÊRIK – Endamên Komîteya Amadekar a Kongra Netewî ya Jinên Kurd ji bo nîqaş û nirxandina armancên pêkanîna Kogreya Netewî ya Kurd civîneke berfireh ji jinên herêma Dêrîkê ya herêma Cizîrê re lidar xist. Di civînê de nerînên jinan derbarê mijarê de hate girtin.DRK-CIVINA-JINA (2)

Di civîna ku ji aliyê Komîteya amadekar a Kongra Netewî ya jinên Kurd ve hate lidarxistin de bi dehan jinên herêma Dêrkê beşdar bûn. Civîn li Mala Gel a Dêrikê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endama Komîteya Amadekar Welîde Bûtî axivî û bal kişand ser lidarxistina Kongra Netewî ya Jinên Kurd û wiha got: ʺLidarxistina vê Kongreyê wê bibe pêngaveke dîrokî ji jinên Kurd re, bi her pêngaveke jinê serkeftinên nû qezenc dike. Ji ber ku jin civak e.ʺ

Welîde Bûtî di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku jinan di dîrokê re her tim tekoşîn kiriye, wekî zilam li hemû qadadn tekoşîn meşandiye û wiha dom kir: ʺJinê bi îsrar û îradeya xwe ya azad destkeftiyên mezin bi dest xistine, mînaka wê di şoreşa Rojava diyar bû. Her kesî dît jin çawa pêşengtiya şoerşê dike.”DRK-CIVINA-JINA (1)

Welîda di dawiya axaftina xwe de jî bang li jinan kir ku rola xwe di karûbarên Kongreyê û serkeftina wê de bigire û hemû pîlanên ku li dijî gelê kurd têne kirin vala derbixin.

Di dawiya civînê de bersiva pirsên beşdaran hate dayîn û li ser mijaran nîqaş hatin pêşxistin.

(jo)

ANHA