Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Amadekariyên lidarxistina konferansa hevjînên şehîdan didome

KOBANÊ – Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ya Herêma Firatê di çarçoveya amadekirina lidarxistina konferansa hevjînên şehîdan li ser asta Bakurê Sûriyê de civînek ji hevjînên şehîdên Kobanê re lidar xist.

Civîn ku li Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê hate lidarxistin, bi sedan hevjînên şehîdan, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz  Fayîze Ebdî, Seroka Desteya Jinê Emîne Bekir, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya Kobanê Ayîşe Efendî, Endama Koordînesyona Kongreya Star Medya Mihemed û nûnerên PYD`ê tevlî civînê bûn.

Piştî rêzgirtinê, Medya Mihemed axivî û got ku hebûna şehîdan bi hebûna zarok û malbatên wan in ên ku bûn keleha tolhildana şehîdan ji dijminan û ev yek gotinaʺŞehîd Namirinʺtekez dike.KOB-CIVINE-HEVJINE-SEHIDEN-2

Di dawiya civînê de, beşdaran pêşniyarên xwe da ku di konferansê de werin kirin anîn ziman. Ji pêşniyarên ku hatin kirin ev inʺVekirina dibistanên taybet ji bo zarokên şehîdan, dewamkirina alîkariyê ji bo malbatên şehîdan, vekirina kargehên taybet ji bo hevjînên şehîdan, pêşxistina projeyên aborî ji bo hevjînên şehîdan.ʺ

(kc)

ANHA