Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Amadekarya Kongreya Ciwanên Sûriyê tê kirin

MÎDYA HENAN

QAMIŞLO – Endamê Komîteya Amadekar ê Kongreya Ciwanên Sûriya Demorkatîk û Endamaê Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Cûdî ku ew ê civînan lidar bixin da ku pirsgirêkên Sûriyê û xalên divê di Kongreya Giştî ya Ciwanên Sûriyê de bêne nîqaşkirin, destnîşan bikin.

Endamê Komîteya Amadekar ê Kongreya Ciwanên Sûriya Demorkatîk û Endamaê Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Cûdî têkildarî amadekariyên Kongreya Taybet bi ciwanên Sûriyê ji ANHAʹyê re axivî û got ku tê payîn ku ciwanên ji hemû bajarên Sûriyê beşdarî kongreyê bibin û ev tişt anî ziman: ʺJi bo xalên sereke bêne destnîşankirin, em ê gelek civînan lidar bixin.ʺ

Cûdî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya lidarxistina Kongreya Ciwanên Sûriyê û wiha dom kir: ʺAloziya Sûriyê li benda çareserkirina lezgîne. Pêwîstiya gelê Sûriyê bi komkirina xwe heye. Di vê hemû mijarên girêdayî çarenûsa aloziya Sûriyê û bi taybet di aliyên civakî û siyasî de bêne nîqaşkirin û çareseriyên guncaw ji wan re bêne dîtin. Da ku aloziya Sûriyê ji belavbûnê derkeve.ʺ

Cûdî da zanîn ku ciwanên li Bakurê Sûriyê û Yekîtiya Ciwanên Rojava ku hemû ciwanên ji hemû pêkhateyan himbêz dike, armanca dike ku Kongreya giştî ya ciwanên Sûriyê lidar bie û wiha dom kir: ʺArmanc ji lidarxistina kongreya giştî ya ciwanan çareserkirina aloziyên ciwanên Sûriyê ye. Her wiha destnîşan kirin rola ciwanan di qonaxa heyî û bi taybet dema ku herêm rastî êrîşên dijwar tê. Di vê çarçoveyê de me komîteyek ji bo xwe bighîne hemû ciwanên bajarên Sûriyê ava kir. Di heman demê de dê dem û cihê kongreyê bê lidarxistin û komîteyek amadekar ji kongreyê re bê destnîşankirin. Di heman demê de ew komîte dê nerînên ciwanên bajarên din ên Sûriyê nas bikin.ʺ

Şahîn Cûdî, her wiha da zanîn ku têkiliya wan heta niha bi ciwanên ji Laziqiyê, Şam, Humis, Hema, Heleb, Idlib û ciwanên Sûriyê yên li derve re çêbûye û nerîna wan derbarê dewlemendkirina Kongreyê bi awayekî erênî pêk hatiye.

Şahîn Cûdî, her wiha destnîşan kir ku ew ê mijarê bi ciwanên Bakurê Sûriyê re jî lidar bixe û wiha dom kir: ʺEm ê civînan ji ciwanên Bakurê Sûriyê re lidar bixin û nerîna wan derbarê kongreyê de lidar bixin. Emê dawetnameyê ji hemû rêxistinên ciwanan û ciwanên Sûriyê re bişînin. Banga min ji hemû rêxistinên ciwanan re ku beşdarî Kongreyê bibin û nerînên xwe derbarê Kongreyê de bighînin Buroya Ciwanan a Meclîsa Sûriya Demorkatîk.

(dc)

ANHA