Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Amadekirina Şiêrê çandeke herêmî ye

OlVA HAC MENSUR

DIRBÊSIYÊ- Gelê Rojavayê Kurdistanê gelek madeyan di havînê de depo dikin û yek jê Şiêrê ye ku veguheriye çandekî herêmî.DIRBASIYA-CANDA-KURDI-SIRE ‫(1)‬

Yek ji madeyên ku gelê Rojava di demsala havînê de ji bo zivistanê amade dike, Şiêrê ye ku madeyeke serek a xwarinê ye. Dikeve nava savarê.

Şiêre genimê hêrandiye, tê strandin, pişt re bi maşîneyekê tê zextkirin û  bi vî awayî dibe şiêre, paşê tê ziwakirin.

Şiêre dikeve xwarina savarê ku xwarineke gelêrî di nava Rojava de ye. Li Dirêbêsiyê malbata Omer Widî ji 40 salî û vir ve şiêre amade dike.

Seid Silêman Omer diyar kir ku ew ji bavê xwe fêrî çêkirina şiêran bûn, berê di nava gundan de digeriyan , lê ji ber buhaya mazot û tunebûna elektirîkê, projeyek biçûk vekirin.

Omer da zanîn ku tevî vebûna fabrîqeyên amadekirina şiêrê, lê gel şiêreyên ku bi destan tên amadekirin, hez dike.

(nse)

ANHA

DIRBASIYA-CANDA-KURDI-SIRE ‫(199885315)‬ ‫‬ DIRBASIYA-CANDA-KURDI-SIRE ‫(199885313)‬ ‫‬ DIRBASIYA-CANDA-KURDI-SIRE ‫(199885314)‬ ‫‬ DIRBASIYA-CANDA-KURDI-SIRE ‫(199885317)‬ ‫‬