Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Amarîka, Rûsiya û Rêjîma Sûriyê di êrîşa Efrînê de hevkar in’

MUSTEFA EL-DEHDÛH

XEZA- Mamosteyê Faktuleya Siyasî yê Zanîngeha Filistnê Dr Ehemed Refîq Ewed tekez kir ku Tirkiyê, Amarîka,Rûsiya û Rêjîma Sûriyê di êrîşa li ser Efrînê de şirîk in û got ku dewleta Tirk li dijî gelê Efrînê komkujiyan pêk tîne û wiha dom kir: “Komkujiyên li Efrînê wekî siyasetên Isralîlê yên li dijî gelê Filistînê pêk têne, lê gelê kurd wekî gelê Filistînê serhişke û wê ji bo azadiya xwe heta dawî liber xwe bide.”

Mamosteyê Faktuleya  Seyasî yê Zanîngeha Filistnê Dr Ehemed Refîq Ewed derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê û komkujiyên ku dijî zarok û sivîlên Efrînê pêk tîne ji ANHA’yê re axivî.

Ewed, di destpêka axaftina xwe de got ku êrîşa li ser Efrînê bi awayekî bîlankirî pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Tirkiyê, Amarîka, Rûsiya û Rêjîma Sûriyê di êrîşê de hevkar in û li ser lihevkirine. Armanca wan ew e ku gelê kurd tune bikin, wekî çawa ku bi gelê me yê Filistînê tê dixwazin bikin. Pîlan ji aliyê Amarîka û Îsraîlê ve têne amadkirin û di riya hevkarên wan ên herî nêz ve têne kirin. Îro jî em dibîn in ku çaw ali dijî gelê kurd komkujiyan pêk tînin.”

‘Amarîka ji êrîşan berpirsyare’

Ewed, her wiha da zanîn ku Amarîka destnîşan kir ku ew ê hêzeke leşkerî ku hejmara wan 30 hezar leşker ava bike û wiha dom kir: “Ev daxuyaniya Amarîka bû behane ku dewleta Tirk êrîşî gelê kurd ên li Bakurê Sûriyê bike. Erdogan kurdan wekî kelem li pêşiya xwe dibîne, ji ber wê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tecrîdek pir giran çêkiriye, bi hemû hêza xwe ji bo gelê kurd nebin xwestî statyo, ev li ser xaka Sûriyê be jî li dijî wê ye.”

Mamosteyê fektûleya SIyasî yê Zanîngeha Filistnê Dr Ehemed Refîq Ewed di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser helwesta rêjîma Sûriyê û wiha dom kir: “Ne tenê Erdogan, lê belê rêjîma Sûriyê jî naxwaze ku hebûneke kuran a bi hêz li ser xaka wê hebe. Tevî ku Serokê Sûriyê Beşar El-Esed êrîşa li ser Efrînê şermezar kir û wekî êrîşa hovane pênase kir, lê ev yek têrê nake.”

‘Sivîlan hedef digirin’

Ewed, destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de welatiyên sivîl hedef digire û wiha pê de çûe: “Dewleta Tirk destpêkê got ku ew ê hêzên kurdî tune bike, lê em îro dibîn in ku ew welatiyên sivîl hedef digre. Komkujiyên hovane pêk tîne, ev heman siyaseta û êrîş Artêşa Israîlê li dijî gelê Filistînê pêk tîne. Tirkiyê jî li dijî gelê kurd pêk tîne.”

Ewed, da zanîn ku dewleta Tirk di sala pêş de wê were hilbijdartinên Serokatiyê  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nerîna Erdgoan de wê êrîşa li ser gelê kurd wê derfetê bide AKP’ê ku di hilbijartinan de sûdê li wan bike. AKP’ê dixwaze tevliheviyê di navbera aliyan de derbixe da ku serdema xwe ya Osmaniyan vejîn bike. Erdogan bawer dike ku ku wê karibe bihêle hêzên kurdî Efrîn berdin û berê xwe bidin rojhilatê Çemê Firatê, lê ew di vê baweriya xwe de şaşe, wê nikaribe.”

Mamosteyê Zanista SIyasî yê Zanîngeha Filistnê Dr Ehemed Refîq Ewed  piştgiriya hikûmeta AKP’ê ya bi çeteyan re jî bibîr xist û wiha got: “Hemû cîhan dizane ku Erdgoan piştgiriya teroristan dike, gelê kurd ku ji destpêkê ve şer dike û liber xwe dide, wê hîn jî şer bike û liberxwe bide. Amarîka, Rûsiya û Rêjîma Sûriyê bi kurdan re îxanet kirine. Banga min ji gel kurd re ew e ku liberxwe bidin. “

(dc)

ANHA