Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Amedekariyên vekirina Akademiyeke Tenduristî têne kirin

Dîmen

SERÊKANIYÊ – Bijîşkên Kantona Cizîrê li nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê Li hev civiyan û derbarê vekirina Akademiyeke Tenduristî li ser asta Rojavayê Kurdistnê, nîqaş kirin.SRK-KOMCIVINEK-BI-ERMANCA-AVAKIRINA-AKADIMIYEKE1 ‫(1)‬ ‫‬
Rêveberiya Tendurisyê ya Rojavayê Kurdistanê li nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê, bi bijîşkên Kantona Cizîrê re civiya. Civîn di çarçoveya vekirina Akadekariyeke Tenduristî li ser asta Rojavayê Kurdistanê, hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Rêveberiya Tendirustiyê ya Rojavayê Kurdistanê Zekî Çiya axivî û da zanîn ku saya berxwedana gelê Rojava, îro nîqaşa Akademiyeke Tendirustî li ser asta Rojavayê Kudistanê tê kirin.

Di civînê bijîkên ku dê waneyên ku di dewreyên perwerdeyê de bêne dayîn amade bikin, hatin diyarkirin.SRK-KOMCIVINEK-BI-ERMANCA-AVAKIRINA-AKADIMIYEKE1 ‫(1)‬

Zekî diyar kir ku ev zêdeyî salekê ye, vekirina Amakemiyê tê nîqaşkirin û wiha domand: ″Me derbarê vê yekê de, gelek nerîn girtin. Dê di konferansa xwe ya ku dê di 30′yê nîsanê de were li darxistin, ev mijar bi awayekî berfireh, were nîqaşkirin. Dê li Akademiyê perwerde bi zimanên Kurdî û Erebî bê dayîn.″

(ef-sx/mm)

ANHA

SRK-KOMCIVINEK-BI-ERMANCA-AVAKIRINA-AKADIMIYEKE1 ‫(260440577)‬ ‫‬