Têkilî | Derheqê me de

Amerîka daxwaz ji Tirkiyê dike ku hêza xwe neşîne Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku ew ji Tirkiyê daxwaz dikin ku êrîşî Efrînê neke û bala hemû aliyan bila li ser şerê li dijî DAIŞ‘ê be.

Heather Nauert di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa helwesta Amerîkayê ya derbarê niyeta Tirkiyê y dagirkirina Efrînê, diyar kir ku ew  ji Tirkiyê daxwaz dikin ku karekî bi vî rengî pêk neyne.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku Amerîka ji hemû aliyan daxwaz dike ku bala wan li ser têkbirina DAIŞ‘ê be.

Çend roj in Artêşa Tirkiyê hinek deverên Kobanê û Efrînê topbaran dike û bi awayekî berdewam hêz dişîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.