Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ANHA di 5 saliya xwe de ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) ku di 1’ê Adara sala 2013’an de hate damezirandin, ket 5 saliya xwe. Di demeke ku li Rojhilata Navîn dezenformasyoneke gelekî mezin tê meşandin, her wiha qirêjiya agahiyan tê afirandin de, ANHA di 4 salên borî de hewl da ku rastiyan ragihîne û bibe reng û dengê gelên herêmê.

ANHA 4 sal beriya niha, ango di 1’ê Adara 2013’an de ji aliyê komek rojnamevanên kurd ve li Rojavayê Kurdistanê hate avakirin. Kevneşopiya Çapemeniya Azad wekî hîmê bingehîn ê xebata xwe esas girt û xwe wekî şopajoya vê kevneşopiyê dît.

Di serdema îroyîn a ku zîhniyeta desthilatdar li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi amûrên teknolojiyê yên pêşketî dezenformasyoneke gelekî mezin dide meşandin, qirêjiya agahiyan di afirîne û civakê bêpar dihêle, her wiha pirdengî û pir rengiyê tune dike, dîsa hewl dide ku hemû sazî û dezgehên çapemeniyê ji bo vê yekê bikar bîne de, ANHA hewl da agahiyên rast ji çavkaniya bingehîn bigire û ragihîne civakê.

Bi vê mebestê li seranserê Rojava, perçeyên din ên Kurdistanê gelek deverên Suriyeyê, welatên Rojhilata Navîn tora xwe ya nûçeyan raçand û bi nûçe, wêne, dîmenên xwe bû berdevka têkoşîna jinû ve avakirina civaka exlaqî û polîtîk.

Li aliyê din bi baweriya ku çapemenî ji bo avakirina civaka demokratîk hêmanek bingehîn e, di serî de gelê kurd, ji bo danasîn û pêşketina nasname, ziman, çand û dîroka gelên bindest, yên têne înkarinkirin û bi komkujiyên fizikî û çandî re rû bi rû dimînin ket nava hewldanan.

Dîsa hewl da ku li ser kevneşopiya Çapemeniya Azad di çapemeniyê de zîhniyeta desthilatdar ku ji civakê qut e û xwe dispêre baviksalariyê hilweşîne û ramaneke ku xwe dispêre civakê bi afirîne.

Di dojeha Rojhilata Navîn ku her hêzek agirê wê gurtir dike de, ANHA’yê hindik be jî karîbûye bibe dengê rastiyê. Nemaze îro ji aliyê hemû pêkhateyên herêmê û gelek sazî, rêxistin û dezgehên mafên mirovan, ragihandinê û hwd ve wekî çakvaniyek sereke ya herêmê tê dîtin. Ger ku di demeke kurt a qasî 4 salan de ev yek pêk hate, cihê şanazî û serfiraziyê ye. Lewma ANHA bi tora xwe ya nûçeyan û hêza ku ji vê baweriya hatiye dayîn digire, wê di sala xwe 5’an de jî, bi hêz û baweriyeke hîn mezintir xebata bimeşîne û rastiyan ragihîne raya giştî ya cîhanê.

ANHA