Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Arîn Mîrkan di rizgarkirina Kobanê de jiyan dikin’

DILYAR CEZÎRÎ – SILÊMAN EHMED

EFRÎN – Xwîşka tekoşera kurd û yek ji fermandarên YPJ’ê Arîn Mrîkan a bi navê Zehra Kinc Xemîs (34) diyar kir ku bi rizgarkirina Kobanê wan fam kiriye  ku yê bi rastî jiyan dike Arîn Mîrkan û hevalên wê ne û got: ”Bi azadkirina Kobanê me fam kir, ku ên dijîn ne em in lê belê Arîn û hevalên wê ne.”

Xwîşka berxwedêra Kurd û yek ji fermandarên YPJ’ê Arîn Mîrkan a ku di berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî li dijî çeteyên DAIŞ ê li dar xist û jiyana xwe jidest da, ya bi navê Zehra Kinc Xemîs derbarê rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê kêfxweşî û hestê xwe yê serbilndiyê wiha anî ziman: ”Em çar xuşk in Arîn a herî biçûke. Em îro bi rizgarkirina Kobanê pir kêfxweş bûne. Ji ber ku Arîn şopdara Bêrîtan û Zîlanan e, niha jî hezaran şervanên YPJ’ê riya wan dişopînin em bawer bûn ku dê Kobanê di demeke nêz de rizgar bibe.”

Xwîşka Arîn Zehra Kinc Xemîs dema rizgarkirina Kobanê bihîstiye wiha anî ser ziman: ”Ez li ber telefizyonê bûm, min nûçeya lezgîn li ser ekranê dît, hemen min telefonî malbata xwe kir û min rizgarkirina Kobanê li wan pîroz kir. Derfetên me ku em derkevin derve nebû, min û zarokên xwe li male govend gerand. Me di male de şahî lidar xist. Ji bo me rizgarkirina Kobanê wekî rizgarkirina hemû Kurdistanê ye.”

‘Xuşka min û hevalên xwe paskên DAIŞ’ê şikandinEFRIN-XUSKA-ARIN-MIRKAN-ZEHRA-RIZGARKIRINA-KOBANE-VEDIBEJE-1

Zehra Kinc Xemîs destnîşan kir ku berxwedana Arîn Mîrkan û hevalên wê çeteyên DAIŞ’ê bê pask kirin û wiha dom kir: ”Her kesî digot ku dê Kobanê di demeke kurt de bikeve destê DAIŞ’ê, lê berxwedana xuşka min Arîn û hemû hevalên wê êrîşên çeteyan têk birin û baskên çeteyên DAIŞ’ê birîn. Îro jî rizgarkirina Kobanê encamê wê diyar dike.”

‘Arîn jiyan dike, ên mirî em in

Zehra tekez kir ew nikare hestê xwe bi gotinan bîne ser ziman û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: ”Wele ez nizanim çawa hestê xwe bînim ser ziman, lê min piştî rizgarkirina Kobanê fam kir ku Arîn jiyan dike, hemû cîhanê behsa berxwedana Arîn kirin, ên mirî em in, ne berxwedêrên Kobanê ne. Rihê Arîn îro di rizgarkirina Kobanê zindiye û li ser girê Meşte Nûr û seranserî Rojava digere.”

(jh)

ANHA