Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Armanca avakirina Meclîsa Şêx û Rûsipiyên Helebê çi ye?

Dîmen

MIHEMED EBDO

HELEB – Endamê Desteya  Serokatî ya  MSD`ê Ehmed Erec  got ku armanca avakirina Meclîsa Şêx û Rûsipiyên Helebê vegera koçberan Sûriyê  li ser axa wan û sekandina li dijî parçebûna axa Sûriyê ye.

Buroya Meclîsa Sûriyê Demokatîk (MSD) a bajarê  Helebê bi armanca avakirinaʺMeclîsa Şêx û Rûsipiyên Helebêʺdi 8`ê çil de bi şêx û rûsipiyên bajarê Helebê re civiya.

Ev meclîs ku wê di demên pêş de were avakirin, derbarê armancên meclîsê, Endamê Desteya  Serokatî ya  MSD`ê Ehmed Erec ji ajansa re nirxand.

Ehmed Erec destnîşan kir ku însiyatîfa avakirina meclîsa şêx û rûsipiyan ne firkrekî nû ye, li herêma Cizîrê, kantona Şehba û Efrînê meclîsên bi vî awayî hene û gavên ber bi çav hatine avêtin.

Erec derbarê  gavavêtina avakirina Meclîsa Şêx û Rûsipiyên Helebê ev nirxand kirʺMeclîs armanc dike ku careke din  hevgirtina civaka Sûriyê ya ku di  heft salên dawî de qut bûnek  têde çêbibû xurt bike. Her wiha zindîkirina jiyana hevbeş a di navbera gel û olên Sûriyê (Kurd, Ereb, êl, muslim, xiristiyan û hwed) de ku ji ber destwerdanên derve lawaztiyek çêbûye, erkê hemû mezin û zanyarên Helebê ye. Di heman demê de meclîs armanc  dike ku careke din hezkirin, feraseta jiyana hevbeş û welatparêziya  di navbera gelê Helebê de belav bike.ʺ

Endamê Desteya Serokatî ya  MSD`ê  diyar kir ku xebatên meclîsê bi koçberan re di nava têkiliyê de be da ku wan vegerînin hundir Sûriyê û bi hev re vî welatê ava bikin.

Ehmed Erec destnîşan kir ku Meclîsa Şêx û Rûsipiyên Helebê wê têkilî bi rûsipiyên din ên herêmên Sûriyê re ava bike û wiha pê de çûʺSûriyê dergûşa çand û şaristaniyan ne ger ku  em civakê bi bî awayê  rêxistin nekin wê parçe bûn çêbibe. Ji xwe yek armancên sereke yên meclîsê li dijî parçebûna axa Sûriyê ye.ʺ

Endamê Desteya  Serokatî ya  MSD`ê Ehmed Erec  got  ku meclîs bi înisyatîfa rûsipiyên bajarê Helebê û bi kordînasyona rûsipiyên kantonên Şehba û Efrînê tê avakirin û tenê MSD`ê wekî sîwana siyasî ya meclîsê.

Erec di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku ev meclîs cihê xwe di nava civaka Sûriyê de bigre û rola xwe di avakirina Sûriyeke pir reng û demokratîk li ser esasê  azadiya gelê Sûriyê  bilîze.

(kc)

ANHA