Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Armanca hemû gelê kurd avakirina hêzeke yekbûyî ye’

Dîmen

GIRKÊ LEGÊ– Endamê Partiya Nûjen a Kurdistanê Nûredîn Remo diyar kir ku avakirina hêzeke leşkerî ya yekbûyî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê ji beriya sedê salan ve armanca hemû gelê kurd e.

Endamê Partiya Nûjen a Kurdistanê Nûredîn Remo ku beşdarî şêwara Kongereya Netewî ya Rojavayê Kurdistanê bibû di hevdîtineke xwe de li ANHA‘yê anî ziman ku gel kurd bi hemû mezheb û nêrînên xwe yên siyasî yên cuda bi avakirina artêşeke yekbûyî li hember hewldanên êrîşên ser parçeyên Kurdistanê re ne.

Remo destnîşan kir ku bi yekîtiya netewiya Kurdî dê yekîtiya rewşenbîr, qadên çand û huner, aborî û leşkerî ava bibe û di dengê gelê kurd di qadên navdewletî jî yek be.

Nûredîn Remo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser ne beşdabûna hin partiyan ji bo şêwirê û wiha got: “Divê em vê pirsê ji wan bikin, çima beşdar nebûn. Gerek nakokî danîbana aliyekî û beşdarî şêwira Kongreya Netewî ya Rojavayê Kurdistanê bibûna. Nebeşarbûna ENKS‘ê ji bo şêwirê girêdana wê bi siyastên derve wekî Tirkiyê nîşan dike. Tirkiyê ENKS‘ê dixe tevgerê da li dijminahiya kurdan bike. Koalîsyona Sûriyeyê jî ji aliyê xwe ve ENKS‘ê li gorî berjewendiyên xwe dide tevgerkirin.”

Endamê Partiya Nûjen a Kurdistanê Nûredîn Remo di dawiya axaftina xwe de bang li partî, sazî, deste û rêxistinên jinan, rewşenbîr kir ku destekê bidin şêwirê û got: “Yekîtiya gelê kurd çareseriya hemû nakokiyanên kurdan e.”

(bb)

ANHA