Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Armanca hevpar kongreya neteweyî ye

GIRKÊ LEGÊ – Gelek nêrînên cûda di Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê de derketin, lê hemû aliyan li ser wê yekê li hev kirin ku civaka Kurdistanê di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, ji ber vê yekê pêwîstî pê heye ku hemû alî hêza xwe bikin yek, lêvegera siyasî were avakirin û Kongreya Netewî pêk were.

Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ku îro vê sibehê li bajaroka Rimêlan a kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê dest pê kiribû, dewam dike.

Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen di Şêwira Yekîtiya Neteweyî de axivî û destnîşan kir ku partiya wan her tim ji bo mafê gelê Kurd têkoşîn dida meşandin û heta niha jî dewam dike û wiha pê de çû:”Em yek ji wan hêz û partiyên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava ava kir û bi saya hevgirtina me îro em gihîştinê vê qonaxê. Her wiha em yek ji partî û hêzên ku Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ava kir. Ev gavên ku li Rojava hatin avêtin, ji bo herêmê encamên erênî bi  xwe re anî”.

Hesen spasiya YPG, YPJ û QSD`ê kir û bang li hemû partî û hêzên kir ku piştgirî bidin hêzên leşkerî(YPG, YPJ, QSD).GIRKELEGE-KONGIRA-BERDEWAME-BI-AXAFTINA ‫(1)‬ ‫‬

Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen got ku gelê Kurd di pêvajoyeke çarenûsî er derbas dibe, ji ber vê yeke pêwîstî bi lidarxistina Kongreya  Neteweyî ya Kurdistanê heye.

Serkertêrê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Salih Kedo jî axivî û anî ziman ku civaka Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û tê xwestin ku ew li gorî pêdiviyên gelê Kurd bin û wiha domand:”Li her çar parçeyên Kurdistanê astengiyên mezin li pêş me hene, ji ber vê yeke jî pêwîst e di demeke pir nêz de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê lidar bixin”.

Siyasetmedarê serbixwe Şewqî Mihemed bi lêv kir ku ji bo berjwendiya gelê Kurd pêwîst e yekîtî çêbibe û gelê Kurd tevî ku gelek komkujî dîtin, lê hebûna xwe parast.

Sekertêrê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Mihemed Mûsa jî axivî û aliyên ku xwe wekî piştgirî didin Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, rexne kir.GIRKELEGE-KONGIRA-BERDEWAME-BI-AXAFTINA ‫(1)‬

Siyasetmedarê serbixwe Cemîl Îzwerî ku ji Şamê hatiye û tevlî şêwirê bûye, axivî û diyar kir ku Kurd Şêwira Rojava pîroz dikin û benda lidarxistina Kongreya  Neteweyî ya Kurdistanê ne.

Her wiha sekertêrê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Cemal Mela Mehmûd jî axivî û destpêka axaftina xwe de spasiya PYD`ê kir û got:”Em spasiya PYD`ê dikin ji ber ku dikaribû siyaseta Rojava birêva bibira û di  oxira yekîtiya gelê Kurd de gelek bedelin mezin dan”.

Şêwir didome…

(kc)

ANHA