Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Armanca Mehrîcana Orkêş vejînkirina çanda gelên herêmê ye

Dîmen

HOGIR NECAR – AZAD SEFO

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Komîteya Amadekar a Yekem Mehrîcana Mûzîkê ya Rojava da zanîn ku armanca wan ew e ku bi riya mehrîcanê yekîtiya gelan xurtir bikin û çanda gelên herêmê vejîn bikin.QAM-CAND I HINIR (3)

Yekem Mehrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan a li ser asta Rojava 23ʹyê Kanûnê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate destpêkirin û dê 31ʹê mehê bi xelatkirina komên serkeftî dawî bibe. Mehrîcan ji aliyê TEV-ÇANDʹê ve bi beşdariya 38 komên ji herêmên Cizîrê, Firatê û Efrînê yên Kurd, Ereb û Suryan hatiye organîzekirin.

Derbarê armanca mehrîcanê û çawaniya hilbijartina komên hunerî de, Endama Komîteya Amadekar a Mehrîcanê Nesrîn Mihemed ev agahî dane ajansa me.

Nesrîn Mihemed diyar kir ku armanca ji mehrîcanê û pêşkeşkirina hunerên cûda, xurtkirina biratiya gelan li herêmê û wiha domand: ʺArmanca me xurtkirina yekîtiya gelên Bakurê Sûriyê û aktîfkirina komên hunerî yên Rojava-Bakurê Sûriyê ye. Her wiha vegotina rastiya gelan bi riya stran û mûzîkê û vejînakirina çanda gelan e. Di heman demê de her komekê hewl da çanda xwe ya windayî vejîn bike.ʺQAM-CAND I HINIR (1)

Derbarê hilbijartina koman de, Nesrîn wiha got: ʺBeriya ku mehrîcan dest pê bike, em li tevahî bajaran geriyan û me hemû komên hunerî nas kirin.

Nesrîn anî ziman ku stranên folklorî ber bi windahiyê ve diçûn û wiha axivî: ʺJi bo ku folkora gelan ji windahiyê were parastin, biryar hat girtin ku her komek straneke folklorî pêşkêş bike û ev gav serkeftî pêk hatʺ.

Nesrîn her wiha derbarê beşdariya jinê di mehrîcanê de ev tişt anî ziman: ʺJin bi deng û rengê xwe beşdarî mehrîcanê bû, vê yekê hişt ku mehrîcan hê bêtir serkeftî be.

Nesrîn di dawiya axaftina xwe de, destnîşan kir ku her komek 20 deqeyan derfet jêre tê dayîn ku hunera xwe pêşkêş bike û di vê demê de 3 stran têne pêşkêşkirin.

(mm)

ANHA