Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Armanca Peymangeha Muzîkê  parastina çanda pêkhateyan e

AGIRÎ ÎBRAHÎM

DIRBESIYÊ – Peymangeha Mûzîkê ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a bajrê Dirbesiyê ve hatiye vekirin, ji bo geşedana berhem û zîrekiya hunerî ya zarok û ciwanan di xebatan pş dixe.DIRBESIYE-PEYMANGEHA-MOZIKE (2)

Tevgera Çand ûHunera Demokratîk di destpoêka meha Gulana îsal de, bi armanca parastina çanda pêkhateyên li herêmê bi hev re jiyan dikin, peymangehek mûzîkê li bajarê Dirbesiyê ya kantona Cizîrê bi çavdêriya psporên mûzîkê hatiye vekir.

Bi vekirina peymangehê re, Rêveberên Navenda Çand û Hunerê dest bi vekirina dewreyên perwerdeya zarok û ciwanên herêmê kir. Peymangeh niha zarokan li ser pêlên mûzîkê (do,rê,mî) û amûrên mûzîkê wek Ûdê û Kemaçeyê, perwerde dikin.

Beşdarên dewreya yekemîn ku 10 zarokên ji pêkhateya kurd û ereb in, di hefteyê de 4 rojan waneyên li ser mûzîkê dibînin.DIRBESIYE-PEYMANGEHA-MOZIKE (1)

Ji pîlansaziyên peymangehê ya  ser bi Tevgera Çand û Hunera Demokratîk abajarê Dirbesiyê, firehkirina û zêdekirina vekirina dewreyên mûzîkê ye, da ku ji aliyê mamosteyên pispor ve pewerdeyên hînkirina li ser  amûrên mûzîkê û hînkirina govend û dîlanên foliklorî yên kurd û ereb, bên dayîn.

Têkildarî mijarê Endamê Rêveber ê Paymangeha Mûzîkê û Endamê Tevgera Çand û Huner a bajarê Dirbesiyê Eymen Şakir, destnîşan kir ku armanca wan a vekirina peymangeha hînkirina mûzîkê, parastina çand û hunerê pêkhateyên kurd û ereb e, ev çand û huner rastî helandinekê hatin e.DIRBESIYE-PEYMANGEHA-MOZIKE (4)

Eymen Şakir wiha domand: ʺDi serî de em beşdarên dewreyê hînî pêlekên mûzîkê dikin, paşê hînî amûrên mûzîkê dikin û li ser stranên foliklorî yên kurd û ereb, mûzîkê saz dikin.ʺ

Beşdara dewreyê Cana Hesen Îso (12) ev tişt anî ziman: ʺEz li ser amûra Ûdê hîn dibim û min dest bi sazkirina awazên stranên foliklorî kir , berê min nezanûbûn.ʺ

Zaroka bi navê Lîna Hesen jî kêfxweşiya xwe anî ziman, ku hînî amûra Kemaçê bûye, her wiha diyar kir ku ew hînî gelek stranên foliklora erebî bûye û bang li zarokan kir ku tevlî dewreyên hînbûna mûzîkê bibin.

(rr/dc)

ANHA