Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa 300 hezar leşker… li Kobanê şikest

DOSYA

ZANA SEYDÎ – CUMA MIHEMED

KOBANÊ – Di dema ku herdu artêşên Sûriye û Îraqê li pêşiya êrîşên DAIŞ’ê têk diçûn û ihtîmal hebû ku çeteyên DAIŞ’ê paytextên Dîmeşq û Bexdayê dagir bikin, bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di Kobanê de hatin kuştin û birîndarkirin. Gelo çima Kobanê û şerê Kobanê ji bo DAIŞ’ê çawa bû? “DERIYE MURSID PENAR

Rêxistina DAIŞ’ê di Kobanê de têk çû, ango ne di Reqayê de”, bi van gotinan serçeteyê DAIŞ’ê Îsamedîn Ednan bal kişand ser şerê ku bi DAIŞ’ê re bibû û ketibû qirka wan û eger DAIŞ bi serbiketa, hikumeta Tirkiyê herî zêde dê jê sûd wergirtiba.

Di beşa yekemîn ya vê hevpeyvînê de, têkiliyên di navbera istixbarata Tirkiyê û DAIŞ’ê  de ji dema avakirina DAIŞ’ê, bi taybet radestkirina balyozxaneya Tirkiyê û pîlankirina êrîşa li ser bajarê Kobanê hate vegotin. Di beşa duyemîn de jî şerê Kobanê li ser zimanê serçeteyê DAIŞ’ê Îsamedîn dê were vegotin.

Tunekirina Kurdan li Kobanê yekemîn hevpeymana di navbera Tirkiyê û DAIŞ’ê de bû

Ji ber ku şoreşa li Bakûrê Sûriyê di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de ji bajarê Kobanê dest pê kiriye, di stûyê hikûmeta Tirkiyeyê de bû zîncirek û car bi car hewl da vê şoreşê têk bibe û bi hemû rêbazan êrîşî şoreşê kir. Tirkiyeyê di bin navên cûda de yên weke “Cebhet El-Nusra” û “Artêşa Azad” de nikaribû destdirêjiya şoreşê bike. Di dawiyê de ev misyon ji DAIŞ’ê xwest ku Kurdan li Kobanê tune bike, ji ber ku di heman demê de li ser DAIŞ’ê û Tirkiyeyê metirsiyekê çêdike.

Di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ji gelek aliyan ve êrîşa xwe li dijî Kobanê dest pê kir. Êrîşa DAIŞ’ê piştî civîna di navbera serçeteyên DAIŞ’ê û îstixbarata Tirkiyê de û di nav de kesê  bi navê “Yildiz” li bajarê Girê Spî yê li aliyê Bakurê Kurdistanê (Aqçekela) pêk hat. Ev yek jî ji aliyê serçeteyê bi navê Îsamedîn Ednan ve ku di civînê de amade bû hate piştrastkirin.KOBANE-DOSIYE1 (3)

Ednan di vê derbarê de wiha got: “di civînê de hate gotin ku divê bajarê Kobanê were dagirkirin, li hemberî wê Tirkiyê berpirsiya radike ku kes di sînorê wê re derbasî Kobanê nebe, destekê divê Tirkiye çekên giran bide DAIŞ’ê û birîndarên DAIŞ’ê di nexweşxaneyên xwe de derman bike, her wiha hevpeymana yekemîn ku Hikumeta Tirkiyê, çeteyên biyanî derbas bike.”

Bi navbênkariya Ebû Umer Şîşanî Tirkiyê beşdarî êrîşa li dijî Kobanê bû

Îsamedîn di axaftina xwe de behsa şerê mezin ku di navbera DAIŞ’ê û Kurdan de rû daye kir û got ku hejmara çeteyên DAIŞ’ê têde 300 hezar çete ji Sûriyê û Îraqê bûn û wiha domand: “dema ku DAIŞ’ê serweriya beşekî mezin ji bajêr kir, şer di koşeya dawî ya bajêr de zehmet bû, şervanên Kurd têde bûn, di wê demê de hikumeta Tirkiyê telefonî me kirin tenê got ku divê ku hun vî şerî di zûtirîn dem de bi dawî bikin, di wê demê de DAIŞ’ê bi dehan tirmbêlên ku têde cebilxane hebûn ji aliyê Tirkiyê wergirtin.”

Ednan wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ebû Umer Şîşanî bi hevkariya îstixbarata Tirkiyê rêveberiya şer dikir. Di dema şer de istixbarata Tirkiyeyê û bi riya satelaytan çavdêriya çalakiyên şer dikir.  Her wiha hejmara şervanên di her kolanekê de ji me re dişandin û odeya çalakiyên ku Kurdan têde şer birêvedibirin ji me re diyar dikir.”KOBANE-DOSIYE1 (4)

Ednan da zanîn ku Tirkiyê ji Ebû Umer Şîşanî xwest ku kesên xwekuj di Tirkiyê re êrîşî deriyê Murşid Pînarê bikin û eger evan xwekuj jî werin dê serweriya xwe li ser giştî bajêr ferz bikin û şer bi dawî bikin. Her wiha “serçeteyê xwekujan” bi efserên Tirk re derbasî axa Tirkiyê bû da ku çalakî serkeftî pêk were lê dîsa jî çalakya wan têk çû.

6 hezar kuştî

Li gorî belgeyên fermî yên DAIŞ’ê di dema şerê wan li dijî bajarê Kobanê, hejmara kuştiyên di nava refên DAIŞ’ê 6 hezar kuştî ji hemû nasnameyan herwiha bi hezaran birîndar bûn.KOBANE-DOSIYE1 (1)

Îsamedîn Ednan di axaftina xwe de wiha anî ziman: “eger me berê xwe bida Şam an jî Bexdayê, me dikarîbû kontrol bikra” û wiha domand: “bi rastî binketina di Kobanê de, dawîbûna DAIŞ’ê bû, DAIŞ di Kobanê de bi binket, Kurdan dikarîbû îspat bikin ku dikarin DAIŞ’ê bi bin bixînin, derbeya duyemîn li Minbicê bû, ev jî hişt ku di nava refên DAIŞ’ê de tevlîhevî çêbibe, DAIŞ’ê hîs kir ku rastî xeteriyê tê.”

Derbarê binketina DAIŞ’ê di şerê Kobanê de Îsamedîn wiha got: “dema ku DAIŞ bi bindiket, hincet derdixistin. Dema ku DAIŞ di Kobanê de bi binket, çeteyên xwe lomekirin. Hertim digotin bila kevir ji we re bin, tu dibêjî qey DAIŞ’ê 6 hezar çekdarên xwe ji bo keviran û ji bo rûxandina bajêr wenda kir, piştra me ferq kir ku Tirkiyê bi me dikeniya ku em ji îslametiya rast dûr in.”

Didome…

Sibe: Li ser zimanê serçeteyekî DAIŞ’ê çawa bi binket?

(ekîb/jh)

ANHA