Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa dagirker yek ji kevintirîn malên Efrînê topbaran kir

Dîmen

ŞERVÎN MUSTEFA – XANDÎ ELO

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker tola Osmaniyan ji malbata Al Betal a li dijî emperetoriya Osmanî rabû, hilda.

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên li ser Kantona Efrînê de, mala dîrokî ya neviyê Betal Axa ku di sala 1830 de hatiye avakirin, hedef girt. Mal li bajaroka Celemê yê herêma Cindirêsê dikeve.EFRIN-PIŞTI-ÇAR-SEDAN-PIŞTI-ARTEŞE-DAGIRKER-A-TIRK-HATIDU-AVETIN-2-300x200 

Betal Axa Kînc di sedsala 18′an de li dijî emperetoriya Osmanî serî hilda. Artêşa Tirk a dagirker jî mala neviyê Betal Axa, Mustefa Betal Axa hedef girtin û tola bav û kalên xwe  yên Osmaniyan ji wan hildan.

Dîroka Betal

Li gorî şêniyên bajaroka Celemê, Betal Axa mêrekî têkoşer, wêrek û welatparêz bû. Ji zulmê hez nefret dikir û dagirkerî qebûl nedikir. Ji ber vê yekê li hember emperetoriya Osmanî serî hilda, li kela gundê Basûtayê bi cih bû û rêveberiyeke xweser li gundê Basûtayê ava kir. Piştre jî herêmên xwe heta nêzî Helebê fireh kir.

Ev yek rastî nerazîbûna padîşahê Osmanî hat, ji ber vê operasyoneke berfireh li dijî Betal axa da destpêkirin. Lê li şûna ku bi wan re şer bikin padîşahê Osmanî, Betal Axa xapand û wî vexwend da agirbestekê ragihînin. Dema ku Betal Axa tevî kurê xwe diçe, herdû li ser destê Osmaniyan têne kuştin. Cenazeyên Betal û kurê wî li herêma ″Axyûl″ ya Tirkiye hatin veşartin.

Tê gotin ku Betal Axa di sala 1740 de wîlayeta Kilîsê birêve biriye.

Çeteyên Artêşa Tirk şerê dîrokê dikin

Midûriyeta Şûnwaran a Kantona Efrînê daxuyaniyek da, hedefgirtina cihên dîrokî ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şermezar kir û wekî şerê  li dijî dîrokê bi nav kir. Midûriyetê bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û UNICEF′ê kir ku bi erka xwe rabin û destwerdanên dagirekeriya Tirk ên li ser herêmê rawestînin.

(mm)

ANHA