Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa dagirker fûze avêtin Babê

MINBIC – Artêşa Tirk a dagirker bajarê Babê bi dijwarî topbaran kir.

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Babê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker şevê din derdora saet di 23.55′an de bi fûzeyan bajarê Babê bi dijwarî topbaran kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku di encama topbaranê de ziyan gihişt avahiyên welatiyên sivîl.

(mm)

ANHA