Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa Îraqê bargeheke leşkerî li bakurê Îraqê xist dest

NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Îraqê û çekdarên Şîa bargeha leşkerî ya Ezmanî ya Reşad a li bakurê welat bi dest xistin. Fermandarên Artêşa Îraqê gotin ku ev serkeftin dê bandora erênî li pêşveçûna wan a ber bi navçeya Hewîce ve bike.

Bargeha Leşkerî ya Ezmanî ya Reşad dikeve 30 kîlometreyan başûrê navçeya Hewîce ya Kerkûkê. Komên çete yên DAIŞ’ê di sala 2014’an de bargeha navborî dagirkirin û ew wekî bargeha û cihê perwedeya çeteyan bikar tanîn.

Endamê Fermandariya Artêşa Îraqê Salih Yasîn derbarê girîngiya rizarkirina Bargeha Reşad got ku ev bargeh dê roleke girîng a veguhestina leşker û çekdaran re be.

Artêşa Îraqê di 21’ê îlonê hemleya paqijkirina navçeya Hewîce ya rojvayê Kerkûkê da destpêkirin.

(dc)