Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa Îraqê navçeya Hewîce kontrol kir

NAVENDA NÛÇEYAN-Artêşa Îraqê bi daxuyaniyekê kontrolkirina navçeya Hewîce a Kerkûkê ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em mizgîniyê didin şêniyên Îraqê ku navçeya Hewîce ya Kerkûkê bi temamî ji destê DAIŞ‘ê hate derxistin.”

Çeteyên DAIŞ di tîrmeha 2014‘an de navçeya Hewîce dagir kir, artêşa Îraqê 21‘ê Îlonê operasyona kontrolkirina navçeya dabû destpêkirin.

(bb)