Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa Israîlê Refeh topbaran kir: Ciwanek mir

XEZZA – Ciwanekî Filistînî di encama topbarana Artêşa Îsraîlê ya li ser bajarê Refehê jiyana xwe ji dest û 2 cviwanên din birîndar bûn.

Nûçegihanê ANHA`yê Felistinê diyar kir ku hêzên Îsraîlêvê sibê nişka ve parêzgeha Refehê bi hawanan topbaran kirin. Di encama topbaranê de ciwanekî filistînî jiyana xwe ji dest da ciwanek hat kuştin û 2 birîndar bûn. Di heman demê de  hin beldozeyên Îsraîlê li parêzgeha Xan Yûnis a li kêleka parêzgeha Refehê tevdigerin.

Berdevkê wezareta tenduristiyê ya Xezzayê Dr. Eşref El-Qedre diyar kir ku navê ciwanê jiyana xwe ji dest daye Yûsif Ebo Azre (18) ji niştecihên parêzgehê ye, li ser birîndaran jî got ku birînên wan sivik in û  rewşa wan başe.

(rr/dc)

ANHA