Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa Misrê: Ereb û bargehên  teroran hatin îmhakirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Misrê di çarçoveya Operasyona Sîna 2018 de raghandin ku wan 7 erebe rûxandine û 400 kes jî binçav kirin.

Hêzên Misrê roja  înê Operasyona Sîna 2018 li dijî ʺKomên terorîst ên redîkalʺ li Bakurê parêzgeha Sîna îlan kir.

Derbarê operasyonê, Hêzên Misrî daxuyaniyek da û gotʺOperasyon heta niha bi serkeftî dewam dike. Her wiha yek ji şaneyên herî xeter ku ji 10 teroran pêk dihat li Erîşa hatin kuştin.ʺ

Li gorî daxuyaniyê, 7 erebeyên teroran ku hewl dan birivin hatin rûxandin û kes 400 ku guman li ser wan hene di nav wan biyanî jî hene, hatin binçavkirin. Her wiha  6 ereb û 13 motorsiklêt jî hatin desteserkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku 143 navend û depoyên teroran hatin rûxandin.

(kc)