Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Artêşa Tirk dixwaze serdema Osmaniyan vejîn bike’

ANALİZ

EHMED SEMÎR

QAMIŞLO- Tê zanîn ku dewleta Tirk di riya êrîşên xwe yên li ser herêma Efrînê dixwaze careke din serdema Osmaniyan vegerîne û herêmên Sûriyê dagir bike. Bi gotinek din Tirkiyê dixwaze careke din rewşa Iskenderona dubare bike.QAMISLO-+TIRK HEWL DIDE SERDEMA OSAMNIYA VEGERîNE (3)

Dewleta Tirk a dagirker di sala 1939’an de Iskenderona ku parêzgeha 15’an a Sûriyê bû dagir kir. Iskenderoka li ser derya Spî bû û xwedî stratejîke bû.

Tiştê niha dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê dike, carek din dixwaze beşek ji xaka Sûriyê veqetîne û dagir bike. Ev bi behaneya ku Turkmen li wir hene pêk tê. Lê tişta li Ezaz, Bab û Cerblusê pêk tê,tirkirina meclîsên wir û rakirina ala Tirkiyê li ser saziyan, her wiha wêneyê Erdogan isbata wê yekê ye.

Rastiya dagirkirina Iskenderona

Di sala 1939’an de Arêtşa Tirk êrîşî Iskenderona kir û amadekariya dagirkirina wê kir. Li wir bargehên xwe jî ava kir, ev bi awayekî pîlankirî bi Firansa re pêk hat. Hemen ereb jê hatin koçberkirin, emlakên gelê Sûriyê hatin dizîn. Her wiha hêzên dagirker dest bi guhertina navên erebî kir û qedexe kir ku kes zimanê erebî bikar bîne. Ev di bin zora çekan de bikar anî.

Îro jî dixwaz Bakurê Sûriyê dagir bike

Dewleta Tirk a dagirker îro jî êrîşî Bakurê Sûriyê dike û dixwaze herêmê dagir bike. Bi rastî jî Ezaz, Cerblus û bab dagir kirin. Piştî ku ev bajar dagirkirin,zianê Tirkiyê di dibistanê wê de da, her wiha navê zanîngeh û saziyên bajaran guhert û kir bi zimanê tirkî. Di heman demê de ala Tirkî li kolan û bajaran hate hildan. Ev tişt ji destpka şoreşa Sûriyê re jî pêk tanî.QAMISLO-+TIRK HEWL DIDE SERDEMA OSAMNIYA VEGERîNE (1)

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û ew hewl dide ku êrîşî Efrîn û herêmên Şehbayê bike, bi dagirkirina wan wê ji Erdogan re bibe riyek dinavbera Şehba û Efrîn û Idlibê, heta Deriya Spî vekirî be.

Şêniyên Efrînê liber xwe dan

Dewleta Tirk dest bi êrîşê kir, gelê herêmê jî liber xwe dan û teslîmkarî qebûl nekirin û soza berxwedana heta serkeftinê dan.

Derbarê rewşa Efrînê de nerînên navdewletî û cîhanî derket holê, ew li gorî berjewendiyên wan ên taybet pêk tê. Rûsiya leşkerên xwe ji Efrînê kişandin û li kêleka dewleta Tirk dijberiya gelê kurd kir.Rûsiya jî dijberiya gelê kurd kir, dijbertiya wê ji kevin de ye û ne ji niha de ye. Gelê Efrînê berxwedan pejirandiye û ew jî niha di berxwedana Serdemê de pêk tê.QAMISLO-+TIRK HEWL DIDE SERDEMA OSAMNIYA VEGERîNE (2)

Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku ji aliyê gelê Efrîn û QSD’ê ve pêk hat,gefa dewletaTirk ku digotin em ê di hefteyekê de Efrînê dagir bikin, vala derxist. Rê nedan ku Artêşa Tirk karibe nêzî Efrînê bibe.

Beriya niha Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyp Erdgoan got ku ew ê di nava hefteyekê de karibe Efrînê dagir bike,lê nerîna î vala derketû tevî çekên wî yên giran û teknîka Artêşa wan a pêşketî ew têk diçin û nikarin Efrînê dagir bikin. Çeteyên bi navê Arêtşa Azad xistine şer jî bi hezaran e, ew bi pereyan li gorî siyasetên Erdgoan û fermandarên wî yên leşkerî tevdigerin. Çavkaniyên leşkerî destnîşan dikin ku şerê Efrînê ne li gorî hêviyên Tirkiyê pêk tê.

(dc)

ANHA