Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa Tirk gundê Qertwêran topbaran dike

LEZGÎN

MINBIC – Hêzên Artêşa Tirk a dagirker gundê  Qertwêran ê bakûrê bajaroka El-Erîma yê rojavayê Minbicê topbaran dike.

Çeteyên bi navê Mertala Firatê yê girêdayî dagirkeriya Tirkiyê bi topên hawanê û çekên giran gundê Qertwêran ê Qertwêran ê bakûrê bajaroka El-Erîma yê rojavayê Minbicê hedef dike.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş anî ziman ku nûqteyeke wan li topên hawnê û çekên giran û 4 fûzan êrîş pêk anîn.

Şervan Derwîş ragihan ku şervanên wan parastinê dikin û bersiva çakaniya êrîşê didin.

Derbarê ziyanên topbaranê agahî nehatin zanîn.

(bb)

ANHA