Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa Tirk gundekî Dêrikê gulebaran kir

QAMIŞLO – Leşkerên Artêşa Tirk gundê Xerabreşk ê herêma Dêrik gulebaran kirin û sewalên gundiyan kuştin.

Çavkaniyên ji gundê Xerabreşkê yê ku dikeve ser Çemê Dîcleyê diyar kirin ku leşkerên Artêşa Tirk îro bi çekên giran gund gulebaran kirin.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku di encama gulebaranê de ziyanên madî çêbûne û çend ji miyên gundiyan (pez) hatin kuştin.

(he)

ANHA