Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tirkiye tankên xwe anîn çemê Sacûr

HAT NÛKIRIN

MINBIC – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê riya di navbera Minbic û Cerablusê de girtin û tankên xwe anîn ser sînorê bakurê Minbicê.

Ajokarên tirimpêlên sivîlan ku ji Cerablusê tên Minbicê dan zanîn ku komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker riya çûn û hatina tirimpêlên sivîlan a di ser pira Sacûr re, di navbera Minbic û Cerablusê de girtin û nahêlin sivîl ji wî alî derbasî Minbicê bibin.

Çavkaniyên taybet ên ANHA`yê jî li ser mijarê ragihandin ku bi girtina riyê re hemwext artêşa dagirker tankên xwe anîn aliyê bakur ê çemê Sacûr û li wir bicih kirin.

Bicihkirina tankan li ser beravên çem metirsiya êrîşan jî bi xwe re tîne.

Hêjayî bîrxisitnê ye, beriya vê arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê din ê çemê Sacûr gelek êrîş anîn ser gundwarên bajarê Minbicê.

(ne)

ANHA