Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa Tirk û çeteyan topbaran kir, şêniyan ziyan dîtin

Dimen

Artêşa Tirk û çeteyan topbaran kir, şêniyan ziyan dîtin

EFRÎN- Atêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê duh bi şev gundê Îska topbaran kirin û di encamê ce mal û mulkên şêniyên gund ziyanên madî dîtin.EFRIN-SERAWA-TOP-BARAN-KIRN-GUND-ESKA (5)

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê saet 21:30 ji kelha Semian gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin. di encamê de ziyanên madî gihîştin mal û mulkên şêniyên gund.

Li gorî nûçegîhanên me yên rewşa herêmê dişopînin artêşa Tirk a dagirker dixwazin têkevin gund. Şervanên YPJ/YPG`ê jî bersiv didin êrîşa wan û destûr nadin ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi pêşve werin.

Her wiha nûçegîhanên me raghandin ku di encama topbaranê de mal û mulkên şêniyên gund ziyanên madî dîtine.

WÊNE: XALID HESEN

ANHA