Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Artêşa Tirk û çeteyên wê Efrînê topbaran dikin

Dîmen

EFRÎN – Nûçegîhanên ANHA’yê ji herêma Efrînê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Efrînê topbaran dikin. Çeteyên Tirkiyeyê girên li derdora gundên Celemê yê herêma Cindirêsê û gundê Îska yê navçeya Şêrawa yên Efrînê topbaran dikin.

Nûçegîhanên me diyar kirin ku gelek topên ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) a girêdayî dewleta Tirk avêtine, li nava erdên çandiniyê û li ser van giran van gudan ketin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çekên nîvgiran bersiv dane baragehên çeteyan ku topan jê davêjin.

Topbarana çeteyan li dijî vê qadê hetanî kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

Artêşa dagirker Cindirêsê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de jî, navçeya Şiyê û gundê Dîr Belot ên girêdayî herêma Cindirêsê topbaran dike.

Nûçegihanên me raghandin ku artêşa Tirk a dagirker ji qereqola ser sînor ê herêma Hatayî ya ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê gundê  Dîr Belot ê herêma  Cindirêsê topbaran dike.

Her wiha artêşa Tirk ji qereqola Siciye ya  ser sînor navçeya  Şiye ya Cindirêsê topbaran dike. Heta niha zêdetirî 5 obîs li gund û girên navçeyê ketine.

Topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê didome.

(he)

ANHA