Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Asayîşa Efrînê 3 qaçaxçiyên mirovan girtin

EFRÎN – Hêzên Asayîşa Efrînê bi hevkariya Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Rêxistinkirî a herêma Cindirêsê komeke qaçaxçiyên mirovan girtin.

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Asayaşîa Efrînê ragihand ku Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên rêxistinkirî a herêma Cindirêsê komeke qaçaxçiyên mirovan  ku welatiyên bi pereyan û xapandinê ji kantona derxîne girtin.

Buroya Têkoşînê li dijî Sûcên Civakê diyar kir kom ji du zulam û jinekê pêk dihat, li ser sînor dema komeke sivîl derdixistin derveyê kantonê girtin.

Li gorî Buroya Ragihandinê navên wan kesan (R R S) ji herêma Cindirêsê ye, sala 1979 an de jidayik bûye, (X N X) ji bajaroka Sefra yê herêma Cindirêsyê ye sala 1984‘an ji dayik bûye û (N E K) ji gundê Celeme yê Cindirêsyê ye sala 1977‘an jidayik bûye.

Buroya Ragîhandinê da zanîn ku piştî lêpirsînê ew kesanan li xwe mukur hatin ku ew karê qaçaxçîtiya mirovan dikir û gelek kes derxistine derveyî kantonê.

Hêzên Asayîşê ew kes radestî dadgehê kirin da ku derheqê wan de biryara were girtin.

(bb)

ANHA