Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Asayîşê şehadeta endamekî xwe ragihand

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Asayîşê raghandin ku endamê wan Silêman Xidir El-Cemîl di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava- Bakûrê Sûriyê têkildarî şehadeta endamê xwe Silêman Xidir El-Cemîl daxuyaniyeke li ser malpera xwe weşand.

Daxuyanî wiha ye:

ʺJi bo gel û raya giştî:

Li herêma Til Hemîsê endamê me Silêman Xidir El-Cemîl (26) şeva roja duşemê (13`ê mijdarê) dema ku erka xwe pêktanî di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyê)  bejna xwe li beramberî şehîdên xwe ditewînin. Sersaxî ji malbata şehîd re dixwazin û soz didin ku têkoşîna hevriyê xwe bidomîninʺ.

(np)