Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Astana jî tiştek bi ser nexist

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewletên ku destê xwe xistine nava aloziya Sûriyeyê ku li Cinêvê tiştek bi ser nexistin û li Astana jî tiştek safî nekirin, vê carê berê xwe didin Sochi.

Serokê Beşê Karûbarên Asya û Afrîkayê yê Wezareta Karê Derve ya Kazaxistanê Eydar Beg Tomatov piştî tora 8’emîn a danûstandinên Astana ji rojnamevanan re axivî.

Tomatov ragihand ku ku hersê dewletên sponseriya vê civînê dikin, wê di 19 û 20’ê çileya 2018’an de li Sochi bi hev re bicivin. Di 29 û 30’yê çileyê de jî kongreya Sochi were lidarxistin.

Tirkiye û Îran û bi alîkariya Rûsyayê van danûstandinan bi rêve dibin, bi hemû hêza xwe ya dîplomatîk hewl didin ku nehêlin Kurd beşdarî van danûstandinan bibin.

Beriya niha jî çavkaniyeke nêzî opozîsyona Sûriyeyê ji ajansa Interfax’ê re diyar kiribû ku Tirkiye û Îranê li dijî beşdarî Kurdan û kesên ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne.

(he)