Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Astengdarî di fikr de ango ne di laş de ye’

ISRA REMEZAN / SELWA EBDILREHMAN

MINBIC – Li hemberî hemû astengiyên jiyanê li ber xwe da û ji her kesî re piştrast dike ku astengdarî li pêşiya wê nabe bend û wiha got: “Kesên astendar ew kesên di fikra xwe de astengdar in û astengdarî ne di laş de ye”

Sîham Hesen El-Kurdî jineke ciwan û 28 salî ye, di nava malbateke ji 8 kesan 4 xurt û 3 jin û dayîkê de jiyan dike. Bavê wê jî ji ber qezayeke trafîkê beriya 5 salan jiyana xwe ji dest daye. Bi armanca kar 3 birayên wê derketin derveyî welat û birayê çaremîn li ba dayîkê dimîne. Sîham El-Kurdî di laşê xwe de astengdar e û di lingên xwe de felc bûye. Durişmeya jiyanê ya Sîham her tim ew e ku “Kesên astendar ew kesên di fikra xwe de astengdar in û astengdarî ne di laş de ye”.

Ev nexweşiya Sîham ji zaroktiyê ve ye û di encama girêkeke di hestîpişta wê de felc bûye û nikare bimeşe, lê ji ber şaştiyeke bijîşkî rewşa wê xirabtir bû û êdî nikare li ser piyên xwe bisekine û ji heft saliya wê ve piyên wê mezin nabin.MINBC-JINA-ASTENG DAR (1)

Tevî vê rewşê Sîham li hemberî nexweşiya xwe li ber xwe da û fêrî rîsandin û tevnê bibe û di dukaneke firotina cilûbergan de dixebite da ku alîkariya malbata xwe bike.

Sîham di hevdîtineke bi ANHA’yê re çîroka xwe wiha vedibêje: “Her jineke ciwan ku di laşê xwe de astengdar e, divê rihê xwe di hundirê mala xwe de sînordar neke, lê belê ji bo rola xwe diyar bike divê li ber xwe bide. Jiyan xweş e û divê jin bi înîsyatîfa xwe û fikra xwe ya azad tevbigere, tevî ku civak kesên xwedî pêdiviyên taybet paşguh dike û bi çavekî biçûk li wan temaşe dike, ev ji bo min ne girîng e û ez hewl didin karê xwe bêtir pêş bixînim.”MINBC-JINA-ASTENG DAR (2)

Sîham di derbarê karê xwe de diyar kir ku ew di vekirin û girtina dukanê de rastî astengiyan tê lê girêdana wê bi kar ve û hezkirina wê ji jiyanê re dihêle xebatên xwe bidomîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ez bi îradeya xwe ya azad tevdigerim. Ez bi qasî hêza xwe hewl didin alîkariya malbata xwe bikim.”

Sîham dibêje ku ferq û cûdahiyeke mezin di navbera rûniştina li malê û derketina wê ya kar de heye û got ku êdî ew xwe weke jineke kedkar dibîne û wiha diyar kir: “Ez peywendiyê bi komeleyek xêrxwazan re dikim da ku kesên dixwazin fêrî rîsandinê bibin ez bi wan re bibim alîkar û zanebûna xwe bi kesên xwedî pêdiviyên taybet re par ve bikim.”

Sîham di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên xwedî pêdiviyên taybet kir ku bi îradeyeke xurt beşdarî nava civakê bibin û li hemberî helwesta civakê ya biçûkdîtina wan li ber xwe bidin û bi gotina “jiyan xweş e” axaftina xwe bi dawî kir.

(jh)

ANHA