Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Asya Ebdullah pêşwaziya ciwanên girûpa sporê kir

QAMIŞO – Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah li buroya partiyê ya li bajarê Qamişlo, pêşwaziya Rêveberiya girûpa Berxwedan a spore yê girêdayî ciwanên partiyê kir.

Hevseroka PYD`ê Asya Ebdullah rola rêveberiya girûpa Berxwedan a Sporê di pêşxistinê de beriz nirxand û li ser rewşa dijwar a herêm têre derbas dibe axivî û diyar kir ku rola sporê ji aliyê pêkanîna nêzîkatiyên civakî di nava ciwanan de girînge û wiha dom kir: “Di nerînên wan de di siya van şert û mercan de çêdike û ji bo tenduristiya wan jî bi sûd û fayîde ye.”

Asya Ebdullah spasiya destekdayîna rêveberiya komeleya Hevgirtin ji girûpê kir û hêviya serkeftin û pêşketina zêde soprê re xwest.

Endamên girûpa Berxwedan a spore Mertaleka ku durişmeya girûpê li ser bû pêşkêşî Hevseroka PYD`ê kirin û spasiya Hevseroka Partiyê kirin ku pêşwaziyeke gerin û piştgiriya wan kir.

(rr)

ANHA