Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Av li kolanên Qamişlo kom bû, derfetên şaredaryê jî têrê nakin

Dîmen

QAMIŞLO – Baraneke xurt li bajarê Qamişlo bariya, di encamê de ava baranê li kolanan kom bûn û av herikî gelek malên taxa Xerbî ya bajêr. Derfetên şaredarî jî têrê nakin ku pirsgirêkê çareser bikin.  QAM-BARAN-DEBE-SEDEMA-XERAKERENA-MALAN

Di nava du rojên de baraneke xurt li bajarê Qamişlo barî. Di encamê de av li kolanên bajar kombûn û av derbasî hîn malên li taxa Xerbî ya bajêr bûn.

Welatiyê taxa Xerbî yê bi navê Mihemed Cemal da zanîn ku tevî ku şaredariyê berî demekê jî xetên kanalîzisyonê berfireh kirin, lê ne di asta pêwîst de bûn, ji ber vê yekê jî av li kolanan kom bûn.

Hevseroka Şaredariya Mezin a bajarê Qamişlo Ranya Mihemed derbarê giliyên gel de ji ANHA`yê re axivî û got ku bingeha binesaziyê ya bajarê Qamişlo lawaz e. Ranya got:”Derfetên pêwîst ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê niha di destê me de tune ne”.

Derbarê pîlansaziyên pêşerojê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, tu agahî nehatin bidestxistin.

(rr)

ANHA

QAM-BARAN-DEBE-SEDEMA-XERAKERENA-MALAN1 QAM-BARAN-DEBE-SEDEMA-XERAKERENA-MALAN2 QAM-BARAN-DEBE-SEDEMA-XERAKERENA-MALAN3 QAM-BARAN-DEBE-SEDEMA-XERAKERENA-MALAN