Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Azadiya ciwanan û birêxistinkirina wan azadiya Ocalan e

Dîmen

ALVA OSÊ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hemleya “Serî Hilde” ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava ve li Bakurê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, gelek çalakiyan bi rêxistin dike û beşdarbûna ciwanên hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê ber bi çav û zêde dibe.

Bi armanca birêxistinkirina ciwanan dûrî zihniyeta Baasê û ji bo mejiyên ciwanan ji fikrên Baasê bêne paqijkirin û ji parastina welatê xwe re amade be, her wiha bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zelalkirina rewşa wî ya tenduristî, Yekîtiya Ciwanên Rojava di 1’ê Mijdarê de hemleya “Serî Hilde” dest pê kir û wê ev hemle heya Newroza 2018’an berdewambike.

Ji bo çi bi nave, “Serî Hilde”SERE-HELDE (7)

Hemleya “Serî Hilde” ku ciwanan li ser asta Bakurê Sûriyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê dest pê kiriye, ji ber kiryarên sîstemên desthilatdar ên li dijî ciwanan e ku ciwan neçar kirine ku tenê di aliyê madî de bifikirin û li dijî wan şerekî taybet tê meşandin. Her wiha siyasetên ku li dijî çanda wan tên meşandin û kiryarên dewleta Tirkiyeyê li dijî pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ku hewl dide vîna azad a gel bişkîne. Her wiha armanca sereke ya vê hemleyê ew e ku tecrîda hikûmeta Tirkiyeyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin û ji ber vê yekê navê “Serî Hilde” hate lêkirin.

Kî beşdarî vê hemleyê bûye?

Di hemleya “Serî Hilde” de gelek rêxistinên ciwanan ên herêmên Bakurê Sûriyeyê weke Yekîtiya Ciwanên Rojava, Yekîtiya Ciwanên Ereb ên Demokratîk, Yekîtiya Jinên Ciwan, Ciwanên Meclîsa Sûriya Demokratîk, Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk, Ciwanên Turkmenan, Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk û ciwanên bajarên Reqa, Minbic û Dêrazorê jî beşdar bûne.

Çalakiyên hemleyê

Di hemleya “Serî Hilde” de gelek çalakî hatin lidarxistin. Hin ji van çalakiyan lidarxistina civînanan, birêxistinkirina semîneran, belavkirina belavokan, birêxistinkirina xwepêşandanên bi meşheleyan, her wiha çalakiyên mezin ên weke vegirtina konên çalakiyan ên heftane li bajarên Dirbesiyê û Qamişlo û di van çalakiyan de jî ciwanên seranserî derverên herêma Cizîrê beşdar bûn. Her wiha meşeke ku 6 rojan dom kir hate lidarxistin û di vê meşê de jî ciwanên herdu herêmên Cizîrê û Feratê beşdar bûn. Ciwanan ji sê aliyan ve meşa xwe destpêkirin û hemû milên meşê di roja damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan de li bajarê Qamişlo di gihîştin ba hevûdu. Ciwanan di van çalakiyan de diyar kirin ku ew ti carî dest ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernadin. Nemaze Rêber Ocalan di hemû parêzname û pirtûkên xwe de girîngiyeke mezin dide ciwanan.

Hemleyê di van du mehên borî de çi pêk anî?SERE-HELDE (6)

Endamê Komîteya Amadekar a hemleya “Serî Hilde” û Endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Cûdî destnîşan kir ku ciwanan di  van salên borî yên şoreşa Rojava de gelek çalakî lidarxistin û beşdarî eniyên şer ên pêşîn bûn û li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan û herêm ji qirêjiya çeteyan paqij kirin. Cûdî destnîşan kir ku gelek endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava  beşdarî karwanên şehîdan jî bûne û di derbarê hemleyê de wiha got: “Hemleya me gelekî deng veda, nemaze di aliyê birêxistinkirina ciwanan û paqijkirina bandorên sîstemên desthilat dar ji mijiyên ciwanan. Her wiha gelek ciwanên Ereb ên herêmên hatine rizgarkirin weke Reqa û Dêrazorê beşadarî nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûne.”

Çalakiyên qonaxa were çi ne?

Cûdî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hemleya “Serî Hilde” dê heta Newroza 2018’an berdewam bike û dê gelek çalakiyên din, ên weke konferansan jî wê bên li darxistin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Hemleya me nayê rawestandin heta ku em armancên xwe yên sereke ya birêxistinkirina ciwanên hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê pêk tînin, da ku ji parastina destkeftiyên şoreşa Rojava re amade bin û bi taybet li rex evan êrîşên dewleta Tirkiyeyê li dijî kantona Eferînê. Ya herî girîng jî rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were zelalkirin û zext li rêxistinên mirovahî û hiqûqî were kirin da ku Rêber Ocalan rizgar bikin.”

Azadiya ciwanan û birêxistinkirina wan azadiya Ocalan e

Cûdî got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di perspektîfên ku dide de, bi taybet beşekî mezin ji baldariya xwe dikişîne ser ciwanan, ji ber vê yekê divê ciwan jî layiqî vê baweriya ku Ocalan daye wan bin û wiha anî ziman: “Azadiya ciwanan û birêxistinkirina wan beşekî mezin ji azadiya Ocalan e, ji ber vê yekê em ê hemleya xwe heta pêkanîna armancên xwe berdewam bikin.”

Endamê Komîteya Amadekar a hemleya “Serî Hilde” û Endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Cûdî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî nava xebatên Yekîtiyê bibin û xwe birêxistin bikin û bi rola xwe di parastina destkeftiyên şoreşa Rojava de ku bi saya xwîna şehîdan pêk hatine rabin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.

(jh)

ANHA