Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Azadiya jin û Netewa Demokratîk mijara semînera jinan bû

GIRÊ SPÎ – Komîteya Têkiliyan a Kongreya Star semînere bi sernavê ʺAzadiya jinê û NetewAzadiya jinê û Netewa Demokratîkʺ lidar xist. Bi dehan jin beşdarî semînerê bûn.GIRESPI SEMİNEREK LIDAR XIST ‫(167707138)‬ ‫‬

Komîteya Têkiliyan a Girê Spî semînerek bi sernavê ʺAzadiya Jinên û Netewa Demokratîkʺ lidar xist. Bi dehan endamên jin ên saziyên Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî û Komîçteya Têkiliyên Dîplomasî yên Kongreya Star ên Kobanê Û Girê Spî jî di nav de bi dehan jin başdarî semînerê bûn.

Semîner bi rêzgirtinê dedstpê kir û paşê Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star a Kobanê Nejbîr Teyar axivî û bval kişand ser çawaniya bilindkirina sta zanistî di nava jinan da ku rêxistinkirina xwe di nava civakê de daha xurtir bike û wiha got: ʺtişta pêwîstiya me pê heye, şoreşeke jinan a di hemû qadan de ye. Ji ber kolekirina jinan pir kûr bûye, ji ber vê yekê divê şoreşa jinan jî ji hemû şoreşên azadiyê yên dîtir kûrtir be. Bawerima me bi hêza jinan heye ku dikarin hemû şert û mercan derbas bikin û bi îradeya xwe ya azad civaka wekhev û demokratîk ava bikin.ʺGIRESPI SEMİNEREK LIDAR XIST ‫(167707137)‬ ‫‬

Di berdewama semînerê de Endama Komîtewya Rêveber a Kongreya Star a Kantona Cizîrê Melkiye Hiso jî li ser diplomasiya Netew Demokraîtk semîner da û got ku xebatên dîplomasî yek ji mezintirîn xebatên di nava dewletan de ye.

Paşê beşdaran mijarên semînerê nîqaş kirin  û herî zêde mijara azadiya jinan nîqaş kirin, her wiha beşdaran sîstema Hevserokatiyê bibrî xistin ş got ku Netewa Demokratîk riya herî guncaw a çareserkirina pirsgirêkên jinan e.ʺ

Di semînerê de her wiha belgefilmek ku axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên derbarê jinan de tê hatibû nîşan dan, hate pêşkêşkirin.

(dc)

ANHA