Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bagera Cizîrê: Kargeha pembo hat rizgarkirin

DÊRAZOR – Şervanên QSD`ê piştî şerekî dijwar mehleca pembo ango kargeha bompo ku mezintirîn kargeh li herêma Dêrazorê ye, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar, kir.

Piştî saetên nîvro, şerên giran di navbera  şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê li mehlece pembo ya bakurê Dêrazorê, dest pê kir. Di encama şerên giran de, şervanan mehlec bi temamî ji çeteyan rizgar kir.

Her  wiha fermandariya pêngavê raghandin ku hêzên  wan rêya di navbera Dêrazor û Hesekê bi temamî xistine bi kontrola xwe. Di heman demê de, şervanên QSD`ê di baskê Ebû Xeşeb de ber bi kargeha şekir ve, diçin.

Beriya niha bi demekê Odeya Çalakiyan a Pêngava  Bagera Cizîrê, raghandbûn ku bi rizgarkirina Medînit Siniyê ya Dêrazorê, êdî rêya şervanan a ber bi qeraxa Çemê Firatê li aliyê bajarê Dêrazorê ve vekiriye.

(kc)

ANHA