Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bagera Cizîrê, serkeftinên mezin û hevkariya navnetewî û herêmî li dijî terorê

Dîmen

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevgirtina pêkhateyên herêmê û piştgiriya wan bi QSD’ê re bi serkeftinê tacîdar bû, nemaze li herêma Reqa û gundewarê wê şervanan serkeftinên dîrokî bi dest xwe ve anîn û giştî gundewar ji qirêjiya çeteyan paqij kirin û çete di koşeyeke teng a bajêr de dorpêçkirin. Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê di 9’ê Îlûna 2017’an de destpêkirina hemleya “Bagera Cizîrê” ji bo rizgarkirina gundewarê rojhilatê çemê Feratê di civîneke çapemeniyê de li gundê Fas a girêdayî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, ragihand.PANORAMA (2)

Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê ya bi serkêşiya Emerîka piştgiriya xwe bi hemleya “Bagera Cizîrê” re ragihand û di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hêzên Koalîsyonê dê alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di êrîşên wê yên li geliyê Xabûr bikin. Her wiha dê çekan jêre peyda bikin û leşkerên wê perwerde bikin û alîkariya keşfê û lojestîk bi leşkerên êrîşkar re bikin.”

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) beşdarî hemleyê bû û di daxuyaniya xwe de wiha got: “Armanca me weke şervanên jin ew e ku em jin û zarokên di bin zulma çeteyên DAIŞ’ê de ne rizgar bikin.” Her wiha bi sedan ciwanên Dêrazorê û êlên herêmê beşdarî nava hêzên rizgarker bûn û hêviya rizgariyê ji welatiyan re mezin kirin.

Hemleya Bagera Cizîrê ji çar aliyên sereke yên gundewarê bakurê Dêrazorê ve dest pê kir û di du rojên destpêkê de karibûn devereke berfireh û gelek cihên stratejîk rizgar bikin û vê yekê tirs û xof di dilê çeteyên DAIŞ’ê de zêde kir û moralên welatiyên di dorpêça çeteyan de bêtir bilind kir. Hemleya Bagera Cizîrê tenê di hefteyekê de 63km pêşve çû û 14 gund û gundik rizgar kirin. Her wiha gelek deverên stratejîk ên weke fabrîkeya şekir, fabrîkeya pembo, navenda kehrebeyê di demeke kurt de rizgar kirin.PANORAMA (3)

Hewldanên rêjîmê ya astengkirina hemleyê û cihên şervanan topbaran kirin

Li hemberî serkeftinên mezin ên QSD’ê li gundewarê bakurrojhilatê Dêrazorê di hefteya yekemîn a destpêkirina hemleya Bagera Cizîrê û rizgarkirina wê ya herêmeke berfireh û gelek xalên stratejîk, hêzên rêjîmê û milîsên girêdayî wê bi hêrs bûn û nikaribûn xwe ragirin û hewl dan pêşveçûna şervanên QSD’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê asteng bikin û cihên şervanan topbaran kirin.

Di 16’ê Îlûnê de piştî ku serkeftinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatin bi destxistin, hêzên QSD’ê ji aliyê balefirên rêjîma Sûriyeyê ve li nêzî devera pîşeyî ya rojhilatê çemê Feratê rastî êrîşekê hat. Di encama êrîşa hêzên rêjîmê de 6 şervanên QSD’ê birîndar ketin.

Piştî ku şervanên QSD’ê di 23’yê Îlûna 2017’an de herdu şîrketên El-Ezba û Konîko rizgar kirin, balefirên rêjîma Baasê û hin balefirên din ku hate gumankirin ku yên Rûsyayê bûn careke din cihên şervanên QSD’ê bombebaran kirin û hewl dan û pêşveçûna şervanan li dijî çeteyên DAIŞ’ê asteng bikin.PANORAMA (5)

Di 30’yê Îlûnê de hêzên rêjîma Baasê baregehên hêzên QSD’ê yên li gundê Kobar bi hawanan topbaran kirin.

Rizgarkirina navçeya El-Sor û destpêkirina qonaxeke nû ya hemleya Bagera Cizîrê

Di 28’ê Îlûna 2017’an de şervanên QSD’ê karibûn navçeya El-Sor a stratejîk û gelek gund û gundikên derdora wê rizgar bikin û bi vê yekê hemleya Bagera Cizîrê derbasî qonaxeke nû bû. Bi vê boneyê berdevka fermî ya hemleyê Lîlwa Ebdullah daxuyakirin ku hemle dê ji çar aliyan ve berdewam bike û dê giştî gundewarê rojhilatê çemê Feratê ji qirêjiya çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin.

Di dawiya meha Îlûnê de şervanên QSD’ê zeviyên petrolê yên El-Cefra ya bakurrojhilatê bajarê Dêrazorê rizgar kirin û serkeftin li pey serkeftinan bi dest xwe ve dianîn û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dan û êdî hêdî hêdî herêm ji çeteyan paqij kirin û ber bi sînorê di navbera Sûriye û Îraqê ve pêşve çûn.

Di mehekê de ji destpêka hemleya Bagera Cizîrê ve şervanên QSD’ê karibûn rûpîvaneke bi qasî 3478 km karê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Di nava wê de gelek deverên stratejîk jî hebûn.  Her wiha nêzî 500 gund û gundik ji her çar aliyan ve rizgar kirin û bêtirî 50 hezar welatiyên sivîl ji destên çeteyan rizgar kirin û gihandin deverên bi ewle û di kampên cûda de bi cih kirin û alîkariya wan hate kirin.

Tîma Ajansa ANHA’yê ji aliyê DAIŞ’ê ve hate armancgirtin

Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku derbeyên giran ji destên şervanên QSD’ê xwarin û hemû kiryarên wan ji aliyê rojnamegerên azad ve hatin cerisandin, di 12’ê Cotmehê de siwareyeke bombebarkirî di nava girseya koçberan de ku nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) rewşa wan dişopandin, teqand. Di encama teqînê de rojnamevan Dilîşan Îbiş şehîd ket û herdu rojnamevanên din Hogir Mihemed û Rizgar Denîz Adanmiş ji ber birînên xwe şehîd ketin. Her wiha bi dehan koçber jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.

Mezintirîn zeviya petrolê ya herêmê hate rizgarkirin û şervanan xwe gihand sînorê ÎraqêPANORAMA (1)

Di 14’ê Cotmeha 2017’an de piştî şerekî giran di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de herdu baskên hemleyê yên ji aliyê bajaroka El-Sor û El-Mergedê ve bigihêjin hevûdu û şervan 45km pêşve çûn. Di 22’yê Cotmehê de şervanên QSD’ê mezintirîn zeviyê petrolê li Sûriyeyê yê El-Umer rizgar kirin. Paşê jî bajaroka El-Sekniyê ya girêdayî wê ku weke xaleke stratejîk di aliyê leşkerî de li herêmê ye rizgar kirin.

Di destpêka meha sêyemîn a hemleyê de hêza çeteyên DAIŞ’ê li Cizîrê hate şikandin û şervanên QSD’ê bajaroka El-Mergedê û 24 gundên derdora wê rizgar kirin. Paşê jî zeviyê petrolê El-Tenik di 12’ê Mijdarê de rizgar kirin ev jî duyemîn mezintirîn zeviyê petrolê li Cizîrê ye. Şervanên QSD’ê di 25’ê Mijdara 2017’an de gihîştin sînorê di navbera Sûriye û Îraqê de.

Piştî van serkeftinên mezin li herêmê û rizgarkirina welatiyên sivîl ji destên çeteyên DAIŞ’ê, çeteyan di roja Înê 17’ê Mijdarê de li gundê Ferec teqînek pêk anî. Di encamê de 20 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bêtirî 30 welatiyên din jî birîndar bûn.

Hevkariya leşkerî ya hêzên navnetewî û herêmî de zêde bû û hemleya rizgarkirinê berdewam kir

Piştî ku şervanên QSD’ê lehengiya xwe li şerê li dijî DAIŞ’ê de îspat kirin ku ew hêza tekane ye ku dikare şerê terorê bike û herêmê rizgar bike, pêşveçûneke mezin di aliyê hevkariya leşkerî de ya di navbera hêzên navnetewî û herêmî de pêk hat û hevkariya xwe bi hêzên li ser erdê çalak in zêde kirin.

Di 3’yê Kanûna 2017’an de fermandarên YPG’ê û generalên hêzên Rûsyayê ku serkêşiya şerê li dijî terorîstan di Sûriyeyê de dike civîneke çapemeniyê li bajarê Hesekê li dar xistin. Di civînê de ragihandin ku ew amade ne odeyeke çalakiyan a hevbeş ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê ava bikin.

Di 10’ê Kanûna 2017’an de Hêzên QSD’ê û Hêzên Îraqê naveneke hevbeş li deverên sînor ava kirin da ku kordîneya şerê li dijî DAIŞ’ê li ser xeta sînor bikin û ji çeteyan paqij bikin.

Şerê herî giran di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li bajaroka Siwêdan bû û ev şer 12 rojan bê navber berdewam kir. Di 12’ê Kanûna 2017’an de bi temamî hate rizgar kirin û di vî şerî de 273 .ete hatin kuştin û hemû cebilxaneya wan hate desteserkirin.

Hemleya Bagera Cizîrê hêjî berdewam e û hêzên taybet ên girêdayî QSD’ê xebatên xwe yên paqijkirina şaneyên veşartî yên li deverên rizgarkirî dest pê kirine.

(jh)

ANHA