Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bahoza Lan li Tokyo xist, 2 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Bahoza Lan a berî çand rojan li bakurê Japonê xistiye, vê sibê li paytextê Tokyo jî xist, di encamê de di ziyanên mezin derneketin.

Malpera çavdêriyê ya fikarên bahozên gerok diyar kir ku pileya bahoza Lan serê sibê duşemê li Tokuo xistiye kêm bibû, di pilya 2`yemîn de bû, dema berî çend rojan li bakurê welat xistiye di pileya 4`emîn de bû.

Li gor ajansa nûçeyan a Koyodo ya Japonî, di encama bahozê de du kesan jiyana xwe ji dest dan, yek zilamekî 60 salî bû li ber cihê avakirina avahiyekê silimek bi ser de kat û yê din jî masîvanekî di nava kelekê de bû.

Raporên çapemeniyê jî ragihandin ku nêzî 90 kesî bi sivikî birîndar bûne.

 (rr)

ANHA